HRW: Hêzên Ewlekariya Iraqê gule li xwepêşanderên Kerkûkê reşandin
Kurdistan 02:28 PM - 2023-09-09
PUKMEDIA
Human Rights Watch
Çavdêriya Mafên Mirovan(Human Rights Watch )ragihand ku aloziyên vê dawiyê yên etnîkî li Kerkûkê li derdora avahiyek ku berê baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, ye. Ev avahî ji sala 2017an û vir ve ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqa Federal ve hatiye dagirkirin, dema ku hêzên federal weke bersivdana referanduma serxwebûna Kurdistanê Kerkûk desteser kirin.
Her wiha hat gotin ku alozî derketiye piştî ku Serokwezîrê Sûdanî di 1ê Îlonê de ferman da ku avahî ji PDKê re were vegerandin li gorî rêkeftinekê ku ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin, dema ku Sûdanî di Cotmeha 2022 de hikûmeta xwe ava kir.
Di 28ê Tebaxê de jî xwepêşanderên Ereb û Tirkmen li ber avahiya berê ya PDKê çalakiyek rûniştinê li dar xistin û daxwaz kirin ku radestkirina avahiyê raweste û rê nedin ku partî careke din dest bi xebatên xwe yên li Kerkûkê bike. Hat ragihandin ku xwepêşanderan çadirek vedane û rêya sereke ya ku Kerkûk û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê girêdide girtine û tevgera navbera Kerkûk û Herêma Kurdistana Iraqê asteng dike. Bi hatina xwenîşanderên Kurd re alozî zêde bû, ku bi şandina hêzên ewlekarî yên Îraqî û bikaranîna hêzeke zêde û kujer ji bo jinavbirina xwepêşanderan dawî hat.
Serok Bafil: Em rê nadin ku jiyana xelkê Kerkûkê bibe qurbana nakokiyanSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê pêşwaziya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Eracî kir.
Serok Bafel Celal Talebanî li ser bûyera nexwestî ya Kerkûkê û pêşxistina hemahengiya di navbera her du hêzên Iraq û Herema Kurdistan de got:’’Tişta ku li Kerkûkê qewimî cihê nîgeraniyê ye û diviyabû bi berpirsyarîtir li hember vê rewşê rawestiyana. Rijandina Xwîna ciwanên Kurd nayê qebûlkirin û divê di zûtirîn dem de sûcdar bên cezakirin.’’
"Erkê her kesî ye ku yekrêzî û pêkvejiyana li Kerkûkê biparêze û divê her kes pêgirê wê be. Dest birin bo aramiya li Kerkûkê xeta sor e û em rê nadin ku can û çarenivîsa Kerkûkiyan bibe qurbanî nakokiyên siyasî." got.
Di derbarê hemahengiya di navbera hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî Serok Bafil got, hemû hewlên me ji bo dabînkirina jiyaneke aram bo hemwelatiyan e, hevkariya di navbera hêzên me de faktorek bo bidestveanîna vê armanca bilinde û em piştgiriya wê dikin.
Nivîskarê serbixwe: Şehîd hemû Kurd bûnHer çar kesên ku hatine kuştin Kurd bûn, û du efserên Îraqî di pevçûnên bi xwepêşanderan re birîndar bûn, nivîskarê Kurd ê serbixwe Lathif Fatih Farij ku bi malbatên qurbanîyan re hevdîtin kir, got. Ferîc ji Human Rights Watch re got, Şehîd hemû Kurd bûn yek ji wan kesên ku hatine kuştin, şervanekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû ku ji erkê xwe derneketibû. Çavdêriya Mafên Mirovan raporên girtina rojnamevanên ku xwenîşandanan dişopînin wergirtin, lê nekarî hejmarê piştrast bike.
Aso Mamend: Xwîna ciwanên me ji meqam û navendên partiyê biqîmettir eKargirê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê nirxand û got, ev pirsgirêk di demeke xirab de rû didin û em van aloziyan şermezar dikin û navendek ne hêjayî aloziyan e, di navbera Kurd û Ereban de.
Di weşana televîzyona Kurdsat de, Kargirê Mekteba Siyasî ya YNKê Aso Mamend got: Mixabin nakokiyên li ser baregeheke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê bû sedema nerazîbûnan, ku ev çend roj in em hewla çareserkirina wê yekê didin, lê mixabin ev nerazîbûn bûne sebaba şehîd û birîndar bûn."
Got jî: Em kar dikin li gel hikûmeta navendî çareseriyekê bibînin daku ev nakokî bi dawî bibe û xelkê Kerkûkê zirarê nebînin.
Her wiha got: ‘’Emê hemû hewlên xwe bidin ji bo kêmkirina rageşiya li Kerkûkê ji ber ku ti cih û navendek bi xwîna zarokekî Kurd nirx nake’’. "Mixabin, partî ji bo nefret û kuştina mirovên bêguneh kar dike." Ev hemû mînakên berteka medyayê yên ji bo kampanyayên hilbijartinê ne.
Hewl didin rê li ber lidarxistina hilbijartinan li Kerkûkê negirinEndama Encûmena Serkirdatiya YNKê Firyal Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand, bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê bi bernameyeke siyasî ya partiyeke taybet pêk tên û hin rojnamevanan şaş agahdar kirine û hinek çekdar dixwazin rewş û ewlehiya bajêr ji bo armancên hizbî yê xwe têk bidin.
Ji bo ku Kerkûk hilbijartinên encumenên parêzgehan pêk neyên, Ebdullah diyar kir ku PDK li wir aloziyan derdixe.
Kerkûk bajarekî pirneteweyî û pirolî ye û yek ji wan navçeyên ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de nakokî hene. Ew bûye cîhê hin ji xirabtirîn tundûtûjiya welat piştî DAIŞ. Parêzgeh di heman demê de kevintirîn zeviyên neftê yên Iraqê ye ku bi berdewamî hilberandine de ye. Madeya 140 a Destûra Iraqê daxwaz dike ku statuya navçeyên nakok ên Iraqê, di nav wan de Kerkûk, bi referandumê were çareserkirin. Ji sala 2005'an û vir ve ji bo bicihanîna maddeya 140'an ti gavên berbiçav nehatine avêtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Guterres: Li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye
02:57 PM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23 Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
03:40 PM - 2026-02-23
Piştî kuştina "El Mencho", li Meksîkayê kiryarên tundûtûjî û êrîşên tolhildanê dest pê kirin
01:06 PM - 2026-02-23
Kampa Holê hat valakirin û daxistin
11:35 AM - 2026-02-23
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:32 AM - 2026-02-23
zortrin xwendraw
-
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
164 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:32 AM - 2026-02-23 -
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
Aborî 11:25 AM - 2026-02-23 -
Amerîka leşkerên xwe ji Qesrikê vedikşîne
Kurdistan 03:40 PM - 2026-02-23 -
Saziya Vîzyonê lêkolînek berfireh ji bo xurtkirina aboriya Silêmaniyê dest pê dike
Kurdistan 07:05 PM - 2026-02-23




.jpg)

Aplîkêşin

