Encûmena Wezîran pêşniyaza civîna hêz û aliyên siyasî yên Herêmê dike
Kurdistan 08:12 PM - 2023-09-06
Encûmena Wezîran
Civîna Encûmena Wezîran
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 6ê Îlona 2023an, bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran, sersaxî û hevxemiya ligel malbat û kesûkarên şehîdên bûyerên çend roj berê yên Kerkûkê nîşan da û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest.
Teqekirin û rijandina xwînê kurd xeta sore
Di heman demê de Encûmena Wezîran bi tundî ew tundûtûjiyê şermezar kir ku li hember welatiyên sivîl ên Kerkûkê hatin kirin, ku bi awayekî gelek aştiyane xwepêşandana xwe dikirin û nerazîbûna xwe li hember wê zilma ku li welatiyên Kurd ên Kerkûkê têne kirin, nîşan didan, lê belê mixabin bi teqekirin û rijandina xwînê bersiva wan hat dayîn.
Encûmena Wezîran daxwazê ji Hikûmeta Federal û aliyên pêwendîdar dike ku ewên çek bi kar anîn ji bo rûbirûbûna xwepêşanderan û bûn sedema şehîdkirina welatiyên sivîl ên li Kerkûkê, divê bi demildest rêkarên yasayî derbarê wan de werin kirin û radestî dadgehê werin kirin, da ku bigihin cezayê xwe.
Civata Wezîran: Divê mûçeyên herêmê bi awayê ku di bûdceyê de ye bê dayînPiştre li ser pêşhateyên herî dawî yên cîbicîkirina yasaya budceya federal a ji bo sala darayî ya 2023an gotûbêj hat kirin, dûvre encamên gotûbêja şanda danûstandinê ya Herêma Kurdistanê piştî civîna wan a ligel şanda Hikûmeta Federal a li Bexdayê li ser maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, ji aliyê endamên şandê ve hat pêşkêşkirin.Encûmena Wezîran tekezî li wê yekê kir ku li hember pabendiyên Herêmê, divê hemû mafên darayî werin şandin, ku li gor lîsteyên budceya Iraqê yên ji bo sala 2023an dike 16 trilyon û 497 milyar dînar, ku mehane li gor hejmarên budceyê dike 1 trilyon û 375 milyar dînar, lê belê Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe de roja 3ê Îlona 2023an,li derveyî lîsteyên budce û mafên darayî yên Herêmê, biryar da ku bi awayekî deyn, tenê bi qasî 500 milyar dînar di mehên 9, 10, 11 de werin şandin, ev di demekê de ku piştî meha 6an ve, ti pere ji bo mûçeyên mehên 7 û 8 nehatine şandin. Ev jî di demekê de ye ku her ligel ketina warê cîbicîkirinê ya yasaya budceya Iraqê 25ê Hezîrana 2023an ve, Herêmê pabendiyên xwe li gor yasaya budceyê cîbicî kirine.
Encûmena Wezîran di ber ronahiya van rastiyan de daxwaz dike ku Encûmena Wezîran a Iraqê bi awayekî dadperwerane biryara xwe li ber çavan derbas bike û heqên darayî yên Herêmê bi wan hejmarên ku di lîsteyên budceyê de hatine, ji Herêmê re bişîne, bi taybetî jî terxankirinên mûçeyan ku mehane 906 milyar dînar e, da ku Herêma Kurdistanê jî bikare mûçeyên mûçexurên Herêmê bide, wek mûçexurên seranserê Iraqê ku mehane bêyî paşketin ji wan re mûçe têne şandin, loma divê bi heman pîvanê, terxankiriyên mûçeyên Herêmê di nav budceya Iraqê de wek xwe werin şandin û bi awayekî cuda û nedadperwerane serederî ligel Herêmê neyê kirin, li gor destûr û çarçoveya bingeha wejheviyê li hember cîbicîkirina yasayan ligel wê serederî were kirin.
Encumena Wezîran banga yekîtiyê li hêz û aliyên siyasî dikeDi heman demê de Encûmena Wezîran daxwazê ji hêz û aliyên siyasî yên Herêmê dike ku yekdeng û yekhelwest bin di dakokînirina maf û desthilat û heqên destûrî yên Herêmê de, ji bo vê mebestê jî, pêşniyaza cezakirina civîneke berfireh a hêz û aliyên siyasî yên Herêmê hat kirin ji bo derxistina rastiyan.
Herwiha Encûmena Wezîran daxwazê ji hêz û aliyên siyasî yên sereke yên pêkhênerên hikûmeta Iraqê dike ku heqên Herêmê wek di lîsteyên budceyê de hatine, werin şandin û pabend bin bi mînhaca wezarî û rêkeftinên siyasî yên pêkanîna hikûmetê û di wê çarçoveyê de jî, serederî ligel maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bikin.
Divê civaka navdewletî rê nede binpêkirina mafên gelê KurdEncûmena Wezîran daxwazê ji civaka navdewletî jî dike ku piştevanê Herêma Kurdistanê bin di bidestxistina mafên destûrî û heqên darayî de li gor destûr û rêkeftinan û rê nedin êdî mafên xelkê Kurdistanê bi awayekî nerewa werin binpêkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nirxê zêr dadikeve
11:08 AM - 2026-02-02 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-02-02 Lihevkirina di navbera HSD û Şamê de bi qedexeya derketina derve re dikeve warê cîbicîkirinê
Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
11:15 AM - 2026-02-02
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:16 AM - 2026-02-02
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
09:20 PM - 2026-02-01
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:16 AM - 2026-02-02 -
Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
Êraq 11:15 AM - 2026-02-02




.jpg)

Aplîkêşin

