YNKê Kerkûk ji şerê navxweyî rizgar dike
Kurdistan 02:48 PM - 2023-09-05
PUKMEDIA
Bûyerên Kerkûkê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke berê karî Kerkûkê ji şerê navbera pêkhateyan de rizgar bike, piştî ku hinek aliyên siyasî hewl dan rewşê sabote bikin û şerekî navxweyî di navbera pêkhateyan de gur bikin ji ber hevrikiya li ser baregehekê. Li derûdora bajêr, şer û xwepêşandanên ku bi kiryarên tundûtûjiyê derketin, di encamê de hejmarek ji ciwanên Kerkûkê hatin şehîd xistin û birîndarkirin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî di peywendiya bi dezgehên pêwendîdar re roleke girîng di aramkirina rewşê û vemirandina agirê fitneyan de lîst ,ji bo pêkanîna edaletê ji xwepêşanderan û nehiştina fitneyê di nav pêkhateyên Kerkûkê de.
YNK ê di aramkirina rewşê de roleke mezin lîstEndama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xanim Hasîbe Ebdula ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê roleke mezin di aramkirina rewşê û nehiştina şerê mezhebî de û xwînrijandinê lîst.
Û wê got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roleke mezin lîst û li hember wan komployên ku li dijî xelkê Kerkûkê hatibûn çêkirin rawestiya, lê mixabin 4 ji ciwanên Kerkûkê bûn qurbaniyên wan komployan.
Hin alî hewl dan rewşê aloz bikinXatûn Hasîbe Ebdullah dibêje: Hin alî hewl dan ku rewşê aloztir bikin, lê bi roleke mezin a Serok Bafil Celal Talebanî û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê karîn rewşê aram bikin û aloziyan bi dawî bikin.
Û wê got jî: Bi hewlên YNKê , rê hatin vekirin, konên rûniştinê hatin rakirin, destdirêjî û kempînên lêgerînê li taxên kurdan rawestiyan, û xwepêşander wek şehîd hatin hejmartin.YNKê kariye hemû girtiyan azad bike.
Serok Bafil l Celal Talebanî rewşa Kerkûkê ji nêz ve dişopîneXatûn Hasîbe Ebdullah dibêje: Serok Bafil Celal Talebanî Kerkûkê dixe nav karên pêşîn ên karên xwe û ji destpêka rûdana rûdanan de li gel me bû û bi lez û bez kar kir bo aramkirina rewşa bajarê Kerkûkê.
Û wê got jî: Serok Bafil Celal Talebanî jî pêşniyar kir ku Navenda Karûbarên Yasayî tîmeke parêzeran amade bike ji bo parastina mafên qurbaniyên aloziyên Kerkûkê û parastina dosyayên wan ji aliyê yasayî ve.
Wê amaje bi wê yekê jî kir: Rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin û Yekîtiya Niştîmanî dê bi tundî berevaniyê li Kerkûkê û hemwelatiyên wê bike, rewşê ji nêzîk ve dişopîne û tedbîrên yasayî yên pêwîst ji bo bidestxistina mafên hemû şehîd û birîndaran û her kesê ku ji wan rûdanan ziyandar be, werbigire.
Rola Yekîtiya Niştimanî di aramkirina rewşê deParlamenterê Iraqê ji firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji Kerkûkê ,Geyîlan Qadir ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roleke mezin di aramkirina rewşa parêzgeha Kerkûkê de lîst.
Got jî: Biloka Yekîtîya Niştîmanî û serkirdatîya Yekîtîya Niştîmanî li Kerkûkê bi lez û ciddî kar bo çareser kirina pirsgirêka û aramkirina rewşê kirin, lê mixabin hin alî jî hebûn ku dixwazin rewşê aloz bikin.
Kerkûk ji şerê navxweyî rizgar bikinNûnera YNKê Geyîlan Qadir dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê karîbû Kerkûk ji şerê pêkhateyan rizgar bike û bi temamî li ser pêşniyarên Serokê nemir Mam Celal kar kir û got, pêwîste Kurd li Kerkûk siyaseta tundûtûjiyê bi cih neyîne .
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hevkarî û hemahengî bihêztir kiriye û nahêle Kerkûk bikeve nava şerekî navxweyî di navbera pêkhateyan de.
Parêzvanê rastîn ê KerkûkêGeyîlan Qadir dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji destpêkê ve parêzvanê rasteqîne yê xelkê bajarê Kerkûkê bû û heta di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de jî hejmareke mezin ji şehîdan bo parastina Kerkûkê pêşkêşî kir û metirsiya terorîstan jê rake.
Got jî: Roj îsbat dikin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo Kerkûkê çi kiriye û li gel hemwelatiyan ma û ti carî dev ji wan berneda û di rojên xweş û xirab de bi wan re beşdar bû.
Têkiliya domdar bi rayedaran têkildar reNûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sebah Hebîb di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimaniî ya Kurdistanê rê li ber şerekî di navbera pêkhateyên Kerkûkê de girt, piştî ku hinek alî hewl dan ku agirê fitneyan geş bikin.
Got jî: Bafil Celal Talebanî serokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê bo aramkirina rewşa Kerkûkê berdewam peywendî digel berpirsên peywendîdar bû û Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê roleke mezin di aramkirina rewşê û vemirandina agir de hebû.
Parastina Kerkûkê berdewam eSebah Hebîb dibêje: Her wiha di dema borî de jî piştî encamdana referandomê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel xelkê Kerkûkê ma û heta kêliyekê jî dev ji wan berneda. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi cidî û bi bandor ji bo xizmetkirina xelkê Kerkûkê kar dike.
Got jî: Hemû welatî dizanin ku Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê parêzvanê rasteqîne yê mafên wan e û ti carî dest ji wan bernedaye.
YNK ku berê bi darê zorê û bi çekan mafên xelkê Kerkûkê bi dest hînabû , niha bi diyalog û danûstandinan destkeftiyan diparêze. Hertim di warê parastina mafên welatiyan û pêşkêşkirina baştirîn xizmet û dabînkirina aramiyê li navçeyên nakok de di rêza herî pêş de bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

