Yekîtî daxwaza aramiyê dike û Partî jî daxwaza tundûtûjiyê û talankirinê dike
Kurdistan 01:32 PM - 2023-09-03
PUKMEDIA
Bûyerên li Kerkûkê
Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hinceta vegerandina baregehên xwe li bajarê Kerkûkê hewl da ku pirsgirêkan çêbike û tundûtîjiyê çêbike, naxwaze vegere Kerkûkê belku dixwaze pirsgirêkan çêbike û tevlîhevî û kiryarên tundûtûjiyê çêbike. Bûyerên ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên Kurd ên bêguneh, berovajî vê yekê Yekîtî hemû hewlên xwe ji bo parastina pêkvejiyan û biratiyê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de dide.
Hewldana têkbirina rewşa Kerkûkê
Kadroyê pêşkeftî
yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûkê Dr.Remedan Cebarî ji PUKMEDIA re
got aloziyên ku Partiya Demokart li Kerkûkê derdixe tenê muzeyedeyên siyasî û
piropagendên hilbijartinê ne.
Got jî: Tişta ku
duh li Kerkûkê qewimî, destên veşartî li piş hene ku ji alîyê Partiya Demokrat
a Kurdistanê ve piştevaniya wan tê kirin, bo tevilhevkirina rewşa aram a
Kerkûkê.
Ne li ser vegerandina baregehan e
Dr.Remedan Cebarî dibêje ku: Tiştê ku Partiya Demokrata
Kurdistanê li ser vegerandina baregehên xwe dibêje, ne rast e lê ji bo derxistina
pirsgirêkan e.
Got jî: Partiya Demokrat karîbû bi rêyên aştiyane û bi rêya
hikûmeta federal baregeha xwe li Kerkûkê werbigire û ya ku li Kerkûkê qewimî,
karesateke mezin bû ku bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyên
bêguneh.
Partiya Demokrat naxwaze vegere KerkûkêD.Remedan got jî: Partiya Demokrat a Kurdistanê daxwaz ji xelkê dikir ku xwepêşandanan bikin, û bi rêya alîgirên xwe xwest ku qeyran û kêşeyan çêbike, ji ber ku bi ti awayî naxwaze vegere Kerkûkê, belku dixwaze pirsgirêkan çêbike, û ev mijar ji aliyê hemû xelkê parêzgeha Kerkûkê ve tê zanîn. Got jî: Kerkûk berî wê yekê aram û ewle bû, lê kêşeya ku ji alîyê Partîya Demokrat a Kurdistanê ve hatî çêkirin rewşa aram têk bir.
Ajandayên siyasî li pişt bûyerên Kerkûkê neKadroyekî pêşkeftî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûkê Ebdullah Mêrwês Hesen ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku li Kerkûkê qewimî, li pişt wê ajandayên siyasî hene û eger PDKê navenda xwe bixwesta, dikarî bi rêyên yasayî werbigirta. Lê mixabin tenê welatiyan baca wan kiryara xirab ya hindek alîyan dan, nexwe xwepêşandana aştîyane mafekî garantîkirî ye bo hemûyan.
Muzayedeyên siyasî li ser xwîna welatiyan
Ebdullah Mîrwês Hesen dibêje: Tiştê ku li Kerkûkê qewimî di warê tundûtûjiyê de ku welatiyên bêguneh kuştine, serkirdeyên Partiya Demokrat li baregehên xwe û cihên taybet rûniştine û daxuyanî û axaftinên bi dengekî bilind belav dikin.
Got jî: Tiştê ku Partîya Demokrat dike ji bo pirtir propagandayên sîyasî û helbijartinan e, eger nebe hemû baregehên partîyên Kurdistanî li Kerkûkê ne hêjayî dilopek xwîna ti welatiyekî Kerkûkê ye.
PUKMEDIA taybet
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

