Şehîdên Kerkêkê hevalên yekîtî ne
Kurdistan 11:04 AM - 2023-09-03
PUKMEDIA
Wêneyên şehîdan
Hejmara şehîdên bûyera nexwestî ya
Kerkûkê û aloziyan gihişte çar şehîdan, ku hemû heval û têkoşerên Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê ne, sedema aloziyan nakokiyên siyasî û şerê li ser
baregehên partiyan e û tiliya tometbarê jî li ser Partiya Demokrata Kurdistanê
(PDK) ye.
Li gor zanyariyên ku ketine destê
PUKMEDÎAyê ku ciwanekî din jî şehîd bûye, bi vê yekê di encamê de 4 şehîd û 15
birîndar hene.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî derbarê aloziyên li Kerkûkê de peyamek belav
kir û got: “Kerkûkiya me ya serbilind
hêjayî rêzgirtineke bêsînor û xizmeteke girîng in, nabe ji bo çareserkirina
pirsgirêkên siyasî were bikaranîn.
Bafil Talebanê got, "Em qebûl
nakin xwîna ciwanên me bê rijandin û li ser navê hestên neteweyî bi qeder û
canê wan were lîstin."
Ji aliyê din ve Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi rêya telefonê bi
Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şiya Sûdanî re li hev kirk u di derbarê sedemên
pevçûnan û şehîdbûn û birîndarbûna çend xortên Kurd de divê lêkolînek berfireh
bê kirin.
Herweha Serok Bafil daxwaz kir:
“Divê berpirsyarên şehîdkirin û birîndarkirina ciwanên Kurd bên darizandin.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Rewşa aloz a Kerkûkê ji ber şer û pevçûnên li ser baregehên partiyan û
nakokiyên di navbera hêzên siyasî yên Kerkûkê de, berdewam bûye û gihiştiye şer
û pevçûn û şehîd û birîndaran, ku bûne qurbaniyên xemsariya siyasî û niştimanî.
Kargêrê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Aso Mamend derbarê xwepêşandan û rewşa Kerkûkê ya aloz de got: “Mixabin pirsgirêka baregeheke Partî li
Kerkûkê bû sedema xwepêşandanan û ev çend roj in em hewl didin vê pirsgirêkê
çareser bikin. "Bergehek
ne şayenî nakokiyên di navbera Kurd û Ereban de ye, ku mixabin di encamê de
gelek şehîd û birîndar hene."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

