Di şeva yekem a xiyaneta 31’ê Tebaxê de zêdeyî 6 hezar xanî hatin talankirin
Kurdistan 12:57 PM - 2023-09-02
PUKMEDIA
31ê Tebaxê, xiyaneta Mezin ya Partiya Demokrat
Hêzên Partiya Demokrat û artêşa Iraqê di yekemîn şeva xiyaneta 31ê Tebaxê de, bi hezaran malên welatiyan û saziyên partî û hikûmetê yên li Hewlêrê talan kirin. Li gorî amarên ku di wê heyamê de hatine tomarkirin, di encama talan û diziyê de êrişî 6 hezar malên welatiyan û saziyan hatiye kirin.
Li gor nûçeyên medyayî, dizî gihiştiye malên hinek endamên bloka Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê û baregehên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiyên Dijberên Iraqê û tevahiya saziyên hikûmetê jî hatine dizîn û ev buyer mezintirîn êrîşa talan û diziyê ye ku hêzên Partî li Hewlêrê bi hevkariya hêzên artêşa Iraqê dema ku bajarê Hewlêrê di çarçoveya xiyaneta 31ê Tebaxê dagîr kiribûn, pêk anîn.
Belgeyên hikûmeta wê demê ya Iraqê diyar dikin ku di navbera hêzên pasdarên komarî yên li navenda bajarê Hewlêrê û tirimbêlên cuda yên cengê yên grûpa Mesûd de hevbendî heye, ku ew di navbera taxên bajêr de ji bo talankirin, kuştinê diçûn û êrîşên din li ser pere û xelkê li bajêr dikirin.
Roja 31.08.1996ê hêzên rejîma diktator bi vexwendin û piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê êrişî bajarê Hewlêrê kirin û di encamê de bi dehan dijberên tevgera neteweyî û îslamî ya Iraqê şîe û tirkmen birîndar û şehîd ketin, li gel hemwelatiyên Kurdistanê û pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û baregehên wan hatin girtin, ev bûyer bû sedema xencereke li pişta hemû hêz û aliyên Kurdistanî û Iraqî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

