Peyama girîng ji Serok Bafil li ser Kongreya Pêncema YNKê
Kurdistan 11:15 AM - 2023-09-01
PUKMEDIA
Peyama Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî derbarê pêncemîn kongreya YNKê de peyamek girîng belav kir û got: ‘’YNK dê bi nêrîn û stratejiyeke bihêz siyaseta xwe li navenda federaliyê bimeşîne, siyaseta ku Serok Mam Celal beriya me şopandibû, ew jî aştî, pêkve jiyan û şirîkatiya rasteqîne.’’
Nivîsa peyamê.
Rêhevalên min ên serbilindEger Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di dema berê di şoreşa çekdarî de zêdetir ji 26 hezar şehîd daye bo axa Kurdistanê têkoşiyaye, îro jî bi pêwîstiyên xelkê û têgihîştina rewşê,em di wê baweriyê de ne ku rêya herî baş a têkoşînê xebata siyasî ye ji bo parastina destkeftiyan, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û avakirina pêşerojeke geş û aramtir.
YNK dê bi nêrîn û stratejiyeke bihêz siyaseta xwe li navenda federaliyê bimeşîne, siyaseta ku Serok Mam Celal beriya me şopand, ew jî aştî, pêkve jiyan û şirîkatiya rasteqîne, em dizanin ku kûrahiya sitratejîk a Kurd li Bexdayê ye, lewra em dixwazin hewl bidin ku pêgeha herêmê bihêztir bikin, mafên destûrî bi dest bixin û jiyaneke bi rûmet ji gelê me yê ezîz re dabîn bikin.
Her wiha tekezî li ser berdewamiya siyaseta niştimanî ya bê guhertin a YNKê li ser pirsên netewî û piştgiriya mafên gelê Kurd li her cihekî cîhanê dikim.
Xwişk û birayên minEm bi hev re ber bi qonaxeke nû ya têkoşîna xwe ya rêxistinî ve dimeşin û ji bo xurtkirina yekîtiya xwe kongreya pêncemîn li dar dixin, ez bawer im bi piştgiriya Xwedê û dilsoziya we em ê bi ser bikevin û mizgîniya yekîtiyeke xurtir bidin gelê kurd. Dixwazim ji we û hemû gelê Kurdistanê re eşkere bikim ku baweriya me bi nûjenî û nûbûnê heye, emê li gorî guhertinan bimeşin û xwe nû bikin, ev rastiyeke dîrokî ye û her dem xwîna nû di damarê YNKê de diherike.
HezkiriyanDîrokê îspat kiriye ku YNK qada şerê Kurdayetiyê yê bi hêz û keleha berxwedanê ya bilind e, dîroka têkoşîna me ewqas zêrîn e ku em ji xwe tu hêzekî Kurdistanê dilsoztir nabînin. Îro hêz û bandora YNKê li herêmê û navenda federalî ji her kesî re eşkere ye û peywendiyên me yên navdewletî di asteke bilind de ne û diyar e ku bihêzbûna YNKê tê wateya bihêzbûna Herem û Iraqê ye. Ji ber vê yekê divê di bîra her rêhevaleki de be ku Yekîtîbûn berpirsyariyartiyekî dîrokî, netewî û exlaqî ye. Divê her hewl û pêngavek li gor siyaseta netewî ya YNKê be û armanca me xizmeta Kurd û Kurdistanê be.
Qewmên serbilindê Şehîdan, Pêşmergeyê kevin, Zîndaniyanê siyasî û kemendamanê senger.We gelek tişt daye Kurdistanê û YNKê, em dizanin ku wefadarî û berxwedana we bû ku YNKê gihande vê partiyê mezin û bibandor li Kurdistan û Heremê . Ez we dilniya dikim û soz didim we ku YNK dê bibe heman YNK ku we ji bo wê qurbanî daye û dê dilsozê xebat û berxwedana we be. Piştrast bin ku YNK emaneta Serok Mam Celal û ya we ye û emê jî wek ruhê xwe biparêzin.
RêhevalnoYên ku YNKê di dilê xwe de hildigirin û li hêviya pêşerojeke geştir in, bi yek ruhî û yek armancî ber bi kongreya pêncem ve, ber bi YNKê yeki bihêztir û nûjen ve emê biçin û dîrokek geş û serbilind ji bo Partiya Şehîdan binivîsin.
Şad û Serfiraz bin
Birayê we yê dilsoz
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

