D.Esker Boyk: Mam Celal ji bo Kurdan semboleke netewî bû
Kurdistan 11:52 AM - 2023-08-31
PUKMEDIA
D.Esker Boyk
Pêşkêşkarê bernameya Rojava li Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê
Hozan Efrînî di hevpeyvîneke taybet de ligel nivîskarê mezin ê Kurd Dr.Asker Buyk
ku kurdê Ermînyayê ye ku li Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê û bi destpêşxeriya Nivîsîngeha
Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, platforma Kurmancî hate avakirin,
ku serperiştiya wê malpera elekteronîk û rojnameyeke bi navê (Xalat) dike, ku
tê de hemû nivîskar, hunermend, helbestvan û rewşenbîrên kurmanc li derveyî
welat û hundirê welêt de têde ne Hûn vê gavê çawa dinirxînin?
Di bersiva Dr.Esker Boyk got ku dîrokê hîşt ku Kurmanc bi
gelek zerave biaxifin û zeraveya ku beşeke mezin ji kurd pê diaxifin kurmancî
ye , li başûrê Kurdistanê bi Soranî diaxifin.
Û hin beşên li rojhilatê Kurdistanê?
Pêwîst e hin kes bibêjin divê em zimanekî hevbeş ji bo gelê
kurd ava bikin, êdî dem hatiye ku dewleta kurdî bê yek ziman e, pêwîst e
zaravaya soranî û kurmancî pêş bikeve. Bi vê boneyê ez pêngava ku li Silêmaniyê
ji bo avakirina platforma Kurmancî hatiye avêtin ku gaveke dîrokî û hêja ye ji
bo xizmetkirina ziman û çanda kurdî silav dikim û we ji nêz ve dişopînim. Wek
tê zanîn helbestvan û helbestên me yên klasîk bi piranî Kurmanc in (Ehmedê
Xanî, Melacizîrî, Faqî Teyran, Cîgerxwîn.)
Min li ser dîroka Êzdî di sedsala 11-an de heta îro xebitîme,
her tişt Kurmancî ye, divê em zimanê xwe pêş bixin û li ser bixebitin û
mekanîzmaya xebatê jî dê wek soranî be, wek zaravayên zazakî, loranî, kurmancî
û yên din. Ji ber vê yekê platforma Kurmancî (Sekoya Kurmancî) gaveke pir baş e.
Ez vê jî bibêjim ku bajarê Silêmaniyê bajarekî dîrokî, çandî
û rewşenbîrî ye û di warê hizrî û çandî de di dilê me de gelek pêşketiye.
Bajarekî xweş e û bajarekî kurdewarî û rewşenbîrî ye.
Derbarê erkê rewşenbîrên Kurd de jî Esker tekez kir ku erkê
rewşenbîrên Kurd e ku di nava xwe de yekîtiyê pêk bînin.
Derbarê helwest û nêrîna xwe ya li ser tekoşîna dîrokî ya
serokê nemir Mam Celal de, Dr.Esker dibêje ku ez wek nivîskar zanim ku Mam Celal ji
bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê her tiştê xwe yê bi qîmet û giranbuha feda
kir” Di nav civaka me ya Kurdên Êzidî li Ermenîstanê de xwedî navûdengek mezin
bû û niha ez mezinatî û nirxa wî ji bîr nakim dema ku bû serokê dewleta Êraqê
wê demê ez di nav Komeleya Mala Êzidiyan de bûm û serokê wê bûm û bi navê
komeleyê min pîrozbahî ji Serok Mam Celal re şand, bi rastî min Mam Celal bi
xwe nedît û nas nekir, lê Mam Celal serokekî navdar û mezinê kurd bû û Dikarim
bibêjim ku wî wek sembolek netewî ya Kurd û têkoşerekî dilsoz, bi xaka xwe û
dadperweriya doza gelê xwe yê Kurdewarî mohra xwe li rûpelên dîrokê hîşt û em wê
yekê serbilindiyekê ji xwe re dibînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

