Talebanî: Yekbûna Kurdan dê pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê bihêztir bike
Kurdistan 06:52 PM - 2023-08-23
Ofîsa Ragihandinê ya Qubad Talebanî
Qubad Talabanî û Tom Tugendhat
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Wezîrê Dewlet yê Brîtanya bo karûbarên ewlehiyê Tom Tugendhat kir ,di civînê de çendîn mijarên balkêş hatin gotûbêjkirin.
Civîna ku roja 23-8-2023 li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin ku Cîgirê Serokê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Daban Şadala û Konsula Giştî ya Brîtanya Rosie Cave tê de amade bûn , bo girîngiya li ser pêwîstiya parastina yekrêziya Kurdan gotûbêj kirin.
Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku parastina yekrêziya navxwe ya Kurdistanê ji aliyekî ve bandorê li ser parastina asayîş û aramiya siyasî li navçeyê dike, ji ber ku heta niha jî metirsiya teror û komên terorîstî heye, ji aliyê din ve jî bandorê li peywendiyên di navbera Herem û Begdayê de dike û pêgeha kurdan li Bexdayê bihêztir dibe.
Di beşeke din ya hevdîtinê de, pirsgirêkên li Wezareta Pêşmerge û proseya çaksaziyê di wê wezaretê de hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de wezîrê Brîtanya bo karûbarên asayîşê balkişand li ser çareser kirina pirsgirêkên di nava wezaretê de, ji ber ku berdewamiya pirsgirêkan bandoreke nerênî li ser aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.
Her wiha şanda Brîtanya behsa çawaniya rûbirûbûna koçberên neyasayî , tawanên rêkxistî , madeyên hişber jî kir û şanda Brîtanya daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo jinavbirina tawanên organîze, şerê li dijî bandên madeyên hişber û nehîştina koçberên neyasayî zêdetir hevkariyê bike.
Derbarê mijara koçberiya neyasayî de jî Cîgirê Serokwezîr got:“Ev pirs pêwîstî bi hemahengî û hevkariyeke zêdetir heye û yek ji çareyên ji bo kêmkirina koçberiya neyasayî ew e ku Brîtanya û welatên rojava teşwîq bikin ku şîrket û sermayedarên xwe bên Herêma Kurdistanê û herwiha alîkarî û beşdariya geşepêdana aborî ya herêmê bikin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

