Iraq û Tirkiya ber bi bidestxistina pareke adil û têr ji avê
Êraq 04:21 PM - 2023-08-23
Malpera Serokatiyê
Hevdîtinên Serokatî
Îro 23.08.2023ê cenabê Serokkomar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê bi amadebûna Fuad Husên Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda li gel kir.
Di destpêka hevdîtinê de Serok tekezî li ser berfirekirina asoyên hevkariyên di warên aborî, bazirganî, jîngehparêzî, av û enerjiyê de kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş yên gelên Iraq û Tirkiyê bike. Di vê çarçoveyê de Wezîr Fîdan diyar kir ku tê çaverêkirin hefteya bê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê serdana Iraqê bike û Serokomar hêvî xwest ku ev serdan ji bo baştirkirina peywendiyên dualî bibe alîkar.
Di derbarê dosyeya avê de jî birêz Serokkomar bal kişande ser girîngiya têgihîştina di navbera her du welatan de ji bo bidestxistina pişkek dadmend û têr ji avê ku pêwîstiyên gelê me pêkbîne û di vî warî de amaje bi wê yekê kir ku Iraq tûşî qeyraneke giran a avê bûye. Ji ber kêmbûna herikîna avê gelek bandor li ser jiyana giştî ya Îraqiyan kiriye.
Cenabê Serok amaje bi giringiya berçav kirina hemû aliyên vê meselê kir, nemaze ku kirîza avê ye ji bo her du aliyan û ciddiyeta aliyên Îraqî di hewlên bênavber de ji bo rewakirina bikaranîna avê, nûjenkirina sîstemên avdanî , paqijiyê bi rêya bikaranîna teknolojiyên nûjen , baştirkirina wan di birêvebirina avê , çêkirina bendav û rezervan de diyar kir.
Wezîr Fîdan jî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye dilgiran e ji bo çareserkirina pirsgirêka avê çareseriyên radîkal bibîne û ji aliyê hikûmeta wî ve ji bo çareserkirina kêmbûna avê li Iraqê bi berdewamî tê şopandin û hêviya xwe ji bo civîneke hevbeş di navbera pisporên her du welatan de nîşan da ji bo gihiştina çareseriyên bi bandor, tekez kir ku welatê wî pabend e bi piştgirya hewlên Iraqê ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya xwe û dixwaze peywendiyên di navbera her du welatan de ji demên kevnare ve, bi awayekî ku berjewendiyên hevbeş pêk bîne, xurt bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

