Serhişkî, qaçaxçîtî û hewandina Baasiyan... faktorên ku pêkhateya Herêmê lawaz kirine
Kurdistan 01:10 PM - 2023-08-21
PUKMEDIA
Ala Kurdistan û nexşeya Kerdistanê
Çend faktor
bi hev re bûne sedema lawazbûna pêkhate, cih û statûya Herêma Kurdistanê li ber
çavê dost û dijminan, ji wan serhişkiya di rêveberiyê de, belavkirina malên
kurdî, operasyonên qaçax û talankirinê û pêkanîna referandûmê di demek ne
guncaw de, pişka Prtiya Demokrata Kurdisanê bûye sedema lawazbûna pêkhateya Herêmê
û rûbirûbûna metirsiyê, ji bilî wê yekê ku fraksiyonek di nav Partiya Demokrat
de bi rastî kar dike ji bo rawestandina her destpêşxeriyek ji bo yekxistina
mala Kurd bi hincetên curbicur, ku ev yek bûye sedema lawazbûna rola herêmê li
gorî rola berê li ser asta Êraqî û navdewletî jî.
Referandûm û lawazbûna pêkhateya herêmêPêkanîna referandûmê di demek ne guncaw de, destpêka lawazbûna pêkhateya herêmê ye, ji ber ku bû sedema ji destdana %51 axa Kurdistanê, ji bilî girtina sînorên herêmê û rawestandina geştên asmanî.
serhişkî di desthilatdariyê deRadestkirina petrola herêmê ji bo Bexdayê, li jêr fişara dadgeha navdewletî ya li Parîsê, faktereke din bû bo lawazkirina herêmê li pêş Bexdayê, ji ber ku berî niha hikûmeta federal daxwaz ji hikûmeta herêmê kiribû ku rojane 250 hezar bermîl petrola xav radestî hikûmeta federal bike û %50 ji hinardekirina ne neftê, li beramber şandina mûçe û bûdceya herêmê, lê hikûmeta herêmê serhişkî hilbijart û pêşnîyara Bexdayê red kir, lê niha di bin fişarê de amade ye ku rojane 400 hezar bermîlên petrolê digel dahatên ne naftî bişîne.
Herêm li pêşberî Bexdayê di rewşeke lawaz de ye
Girtina yek ji wan tometbarên ku li Êraqê bi (diziya sedsalê) tê naskirin li bajarê Duhokê, qaçaxçîtiya pereyên pir di rêya deriya Îbrahîm El-Xelîl re, şûştina pereyan û hewandina baasiyan û tomatbarên sucên Enfal li Hewlêrê hemû faktor in ku pêkhateya Herêma Kurdistanê li pêşberî Êraqê lawaz kirine.
Sê caran têkildarî dosyayên gendeliyê, hikûmeta Êraqê bi awayekî nerasterast behsa parêzgehên Hewlêr û Duhokê kiriye, ji wan jî girtina yek ji tohmetbarên dosyeya (diziya sedsalê) li Duhokê, ku tê de nêzîkî 3 milyar dolar ji Banka Rafîdeyn hatine dizîn wek ku berî demekê hejmarek Bazirgan li Hewlêrê bi tometa derxistina dolaran bi qaçaxî ji welat bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm El-Xelîl re, ya herî dawî jî doza wergirtina alav û kelûpelên palawgehên Bêcî, mezintirîn parzûngeha petrolê li Êraqê ye ku di sala 2014 de ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatibû daîrkirin û piştre li Hewlêrê hatibû dîtin.
Ji aliyekî din ve, bi eşkereyî hewandina Baasiyan û tawanbarên Enfalê, bû sedema lawazkirina pêgeha herêmê û xirabkirina navûdengê wê, yê dawî jî zavayê dîktator Seddam bû ku li Hewlêrê dihat dermankirin û piştî mirina wî li wir meclîsa serxweşiyê jê re hat lidarxistin.
Hilweşîna yekitiya ref pêkhateya herêmê jihev kirYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim destpêşxer bû bo yekrêziya rêzên Kurdistanî û yekrêziya helwesta aliyên Kurdistanî, lê beşeke di nava Partiya Demokrat de berdewam hewl dide vê yekrêziyê têk bibe ku dibe sedema belavbûna Kurdan. Baştirîn belge ji bo wê yekê amadekariyên vê dawiyê yên hilbijartinên parêzgehên Êraqê ye, ku Yekîtiya Niştimanî gelek hewl da ku helwesta kurdan li navçeyên nekok yekalî bike, lê aliyekî din li hember hewlên Yekîtiya Niştimanî rawestiya û xwest dengên kurdan li wan deveran belav bike û ev yek jî ji bo wan pêk hatiye û dengên kurdan di nav çend lîsteyên hilbijartinan de dabeş kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

