Michael Rubin bi tundî rexne li Mesrûr Barzanî girt
Kurdistan 01:30 PM - 2023-08-20
PUKMEDIA
Michael Rubin
Şîrovekarê Amerîkî
Michael Rubin bi gotarek tund rexne li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr
Barzanî girt.
Michael Rubin di
gotara xwe ya bi sernavê "Rojên Barzanî wek rêberê kurd hesband’ ye"
û ji aliyê malpera amerîkî (19FortyFive) ve hatiye weşandin de got, divê Mesrûr
Barzanî bi rastî nerihet be ji ber ku Kurdistana Êraqê ne ewle ye û ne arame
wek ku serokwezîr bîr lê dike.
Rubin da zanîn ku
di van hefteyên dawî de Mesrûr Barzanî bi rêya fîlmekî hewl daye bawername û
navûdengê xwe di nav kurdên asayî de bilind bike, lê kurd dipirsin ku ka wî çi
bi dest xistiye.
Michael Rubin
eşkere dike, ku wî daxwaz ji hejmarek dîplomat, rêveberên civaka sivîl,
xwendekar û hinek berpirsên partiya Barzanî kiriye, ku hikma wî binirxînin lê
encam ne baş û razî bûn.
Michael Rubin
nivîsiye: Mesrûr Barzanî li ser hesaba xwe ya Twitterê dibêje ku ewê
Kurdistaneke bihêztir ava bikin Lê diyare ku Mesrûr têkçû.
Rûbîn sedemên vê
têkçûnê -wekî ku wî got- bi xalan ve girêdide, ji wan jî: Hewldanên wî ji bo
lidarxistina referanduma serxwebûnê bû sedem ku hikûmeta kurdî erdên xwe bo hikûmeta
federal ji dest bide, di nav wan de hin zeviyên li bakurê Êraqê. Wî pêşniyara Koçka
Spî ya ji bo piştgirîkirina referandumê di berdêla paşxistina du salan de red
kir. Heger wî bêhiş nekiriba, wê îro Kurdistana Êraqê serbixwe bûya.
Bi heman awayî,
rêvebirina nebaş, çavbirçîtî û binpêkirina wî ew neçar kir ku dosyaya neft û
gazê li Kurdistana Êraqê bi tevahî radestî Bexdayê bike.
Michael Rubin di
gotara xwe de zêde dike: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji sala 2003an ve
– an jî belkî berî wê jî – li Bexdayê di rewşa herî lawaz de ye.
Wî bal kişand ser
wê yekê ku gendelî li Kurdistanê hertim xirab bûye, lê ew gihîştiye astên nû, li
şûna avakirina Dubeyeke nû, Mesrûr
Barzanî niha Îrîtîriyeke nû ava dike. Ciwanên Kurd ku gelek ji wan xwendewar in
lê di sîstemeke qirêj de nikarin cîhekî ji bo xebatê peyda bikin, jiyana xwe ji
bazirganên mirovan re dixin xeterê û direvin Ewropayê û gelek ji wan di rê de
mirin.
Rubin eşkere kir
ku eger Mesrûr Barzanî di propagandaya xwe ya taybet de dilpak bû, pêwîst nake
ji rojnamevanên herêmê bitirse. Ew ji rastiyê ditirse, ji ber vê yekê wan dixe
zindanê.
Amaje bi wê yekê
jî kir, ku Pêşmerge di asta herî lawaz de ye, bandora kurdan ji ya berê paşde
çûye û Mesrûr Barzanî jî bêdeng dimîne dema ku tirk sivîlan li ser xaka wî
dikuje.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

