Balyozê Kanadayê pesna rola Qubad Talebanî da
Kurdistan 04:33 PM - 2023-08-14
Ofîsa Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Gregory Galligan
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Kanadayê li Iraqê Gregory Galligan kir û di civînê de çendîn mijarên balkêş ji bo herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.
Civîna roja duşemê 14.08.2023 li bajarê Hewlêrê bi boneya bidawîhatina erkê balyozê Kanadayê li Iraqê birêveçû , Qubad Talebanî destxweşî li Balyozê Kanadayê Gregory Galligni kir ku roleke giring di bihêzkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê de hebûye û di peywira xwe ya pêşerojê de jê re serkeftin xwest.
Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr bi boneya destbikarbûna Tammy Ames weke Berpirsê Balyozxaneya Kanada ya li Hewlêrê pîroz kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.
Di civînê de behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hat kirin, her du alî hevdeng bûn ku hemû pirsgirêkên daliqandî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi rêya diyalog û têgihiştinê bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be bên çareserkirin.
Her du alî li ser pêwîstiya derxistina yasaya neft û gazê gotûbêj kirin, di vê derbarê de Qubad Talebanî got: Yasaya petrol û gazê mijareke hestiyar e û pêwîstî bi gotûbêj û danûstandinên zêdetir di navbera aliyan de heye, daku bi awayekî ku di berjewendiya hemû Iraqê de be, Herêma Kurdistanê jî di nav de , were qebûlkirin.
Wî hişyarî da ku divê aliyên Kurdistanî bi yekdengî û yek gotubêj beşdarî danûstandinên li ser yasaya neft û gazê bibin da ku bi giranî zêdetir mafên destûrî yên herêmê biparêzin.
Di beşeke din ya civînê de behsa hilbijartinên dahatû yên parlementoyê hate kirin û Cîgirê Serokwezîr tekez li ser wê yekê kir ku dema diyar kirî ji aliyê Serokatiya Kurdistanê ve hate diyar kirin bê kirin.
Wî got ku divê aliyên siyasî bi diyalogê çareseriyeke guncaw ji pirsgirêkên xwe re bibînin da ku hilbijartinên paqij û dadmend bên lidarxistin.
Di civînê de behsa proseya çaksaziyê û saziyên hikûmeta elektronîk jî hat kirin, Balyozê Kanadayê rola Qubad Talebanî di her du proseyan de bilind nirxand û daxwaz ji wî kir ku li ser hewlên xwe yên ji bo çaksazî û hikûmeta elektronîk ji bo birêvebirina baştir berdewam be.
Di vê derbarê de Qubad Talebanî eşkere kir ku plana wan bo berfiretir kirina pêngavên çaksazî û hikûmeta elektronîk heye û di vê çarçoveyê de daxwaz ji Kanadayê jî kir ku zêdetir alîkariya hikûmeta Kurdistanê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

