Talebanî û Balyozê Japon: Çareserkirina pirsgirêkan ji bo aramî û geşepêdana aborî
Kurdistan 06:11 PM - 2023-08-10
Çepemeniya serok wezîr
Qubad Talebanî û balyozê Japan
Îro pênşemî 10.08.2023, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Futoshi Matsumoto Balyozê Japonê li Êraqê kir û ligel wî pêşhatên dawî yên siyasî yên welat û çawaniya bihêzkirina peywendiyên di navbera herêmê û Japonyade gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ku Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêmê Daban Şadleh jî tê de amade bû, Qubad Talebanî spasiya alîkariyên hikûmeta Japonê kir ku ji bo pêşxistina jêrxaneya aborî û xizmetguzariyê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye û got: "Ezmûna Japonî ya di warê geşepêdanê de derz û berbiçav û serkeftî ye li ser asta cîhanî, divê Êraq û navçe ji ezmûna Japonê sûd werbigirin di birêvebirina sektorên cuda de."
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo bihêzkirina têkeliyên navbera her du aliyan bi taybetî di warê bazirganî û xwendina bilind de nîşan da.
Her du alî li ser pêwîstiya çareser kirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê ji aliyek din û kêşeyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistan û Êraqê de ji aliyê din ve bi rêya diyalog û têgihiştinê ji bo vegerandina aramiyê li Êraqê û Herêmê hemfikir bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

