Serok Bafil: Berdewambûna pirsgirêkan xizmeta kesî nake
Kurdistan 08:38 PM - 2023-08-09
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serokê YNKê û sekreterê giştî yê tevgera Ehlî Heq e
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Ehlî Heq Qeys El-Xezalî re civiya.
Di civînê de rewşa giştî ya welat û hewlên ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê hate gotûbêjkirin û tekez li ser hemahengî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo bidestxistina berjewendiyên bilind û niştimanî hate kirin.
Di beşeke din ya civînê de tekezî li ser vegerandina destûra bingehîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan hate kirin,her du alî li ser wê yekê rêkeftin ku di zûtirîn dem de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin çareserkirin û bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan û mûçeyên karmendan nehêlin.
Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi hewlên YNKê ji bo bidestxistina maf û heqê darayî herêmê kir û got ku berdewamiya pirsgirêkan xizmeta ti kesî nake û hemû hewlên me ji bo derbaskirina vê rewşê ye. Her wiha got: “Gelê Kurd gelek qurbanî dane û ne layîqe ku careke din bibe mertal ji bo bidestxistina berjewendiyên hizbî û em rê nadin ku ev yek careke din dubare bibe.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

