Di dehemîn salvegera wefata şahîrê Mezin Şêrko Bêkes de
Kurdistan 11:02 AM - 2023-08-05
PUKMEDIA
Salvegera wefata Şêrko Bêkas
Duh Înê li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi boneya bîranîna dehemîn salvegera koça dawî ya helbestvanê mezin ê Kurd Şêrko Bêkes merasîmek birêveçû.
Merasîm ji aliyê rojnameya Kurdistan Nû û Rêxistina Şar ve hat organîzekirin, Endamê Mekteba Siyasî ya YNK'ê Stran Ebdullah, Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Hema Heme Seîd û Dr. Rêheval Ebûbekir, Parêzger Silêmaniyê û hejmareke berçav ji rewşenbîr û mêvan amade bûn.
Di merasîmê de Axaftin ji aliyê Wezîrê Rewşenbîrî, Parêzgerê Silêmaniyê, Rêxistina Bajêr, Rojnameya Kurdistanê Nû û kurê helbestvan Şêrko Bêkas bi nave Hilo Şêrko Bêkes ve hate kirin,her wiha bi pêşkêşkirina çendîn stran, mûzîk û helbestên helbestvanan Ghobadî Celîzade, Kejal Ehmed û Mam Hezhar hatin xwendin û piştre çend kesayetî û nûnerên partiyan hatin xelatkirin û gul li ser gora Şêrko Bêkes hatin danîn.
Bîografî
Şêrko Bêkes (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Sherko Bekas; z. 2 gulan 1940 – m. 4 tebax 2013) helbestvanekî kurd bû û yek ji mirovên herî dahêner û bilîmet ên wêje û helbestvaniya kurdî yên hevdem bû.
Jiyana wî
Di 2ê gulana 1940î de li taxa Goyjeya Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê helbestvanê navdar Faiq (Fayeq) Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye.
Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Li Bexdayê zanîngeh jî qedandiye û pirtûka xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968an de çap kiriye. Di sala 1969an de pirtûka wî ya duyem jî derxistiye.
Bêkes, di hevpeyvîneke ligel nivîskar Mehmed Uzun de got ku, ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin.
Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî.
Di serê sala 1970î de di nava tevgera "Ruwange" de cîh digire. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyeke nû vedike û helbesta nûjen derdikeve holê. Bi vê beyannameyê di her hêlê de bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî nivîskar û helbestvanên kurd Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kakemem Botanî kovareke bi navê Rwanya derxistin.
Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an, hikûmeta Îraqê Bêkes şand sirgunê, bo başûrê Îraqê, bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Di 1979an de Bêkes vedigere Silêmaniyê.
Şêrko Bêkes di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû, careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û dibe pêşmerge. Di 1986an de ber bi derveyî welêt wek penaber çû Îtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî.
Di 1991/1992an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wekîlê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, îstifa kir û vegeriya Swêdê.
Di sala 1998an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz dike û Bêkes dibe serokê dezgeh.
Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîv hatibû dermankirin, di 4ê tebaxa 2013an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çûye ber dilovaniya Xwedê. Şaîrê gewre yê kurd ku di 73 saliya temenê xwe de bû, li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye.
Berhemên wî
Şêrko Bêkes helbestên xwe bi zaravayê soranî dinivîsandin. Ji ber vê yekê her çiqas ew bi kesaniyeta xwe were naskirin jî helbestên wî li bakur zêde nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li hatine wergerandin bo kurmancî.
Heya niha 20 pirtûkên wî yên helbestan hatine çapkirin. Pirtûkên wî bi gellek zimanan wek yewnanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî û swêdî hatine wergerandin.
Bi soranî
Tirîfey hellbest (1968), dîwana helbestan, Îraq.
Kawey Asinger (1971), dastaneke helbestî ya ser şanoyê, Îran.
Min tînuyetîm be gir eşkêt (1973), dîwan.
Askîm (1976).
Kazîwe (1978), dîwana kurteşiîran.
Rûbar (1986), dîwana çîrokşiîran.
Kursî .
Êsta kiçêkî nîştimanime .
Keşkollî pêşmerge .
Dall (1989), çîrokeşiîr, Swêd.
Derbendî pepûle (1991), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, I (Sara, 1990), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, II (1992), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, III (1995), Swêd.
Mêrgî zam, mêgî hetaw (1996), Swêd.
Xaç u mar u rojjimêrî şaîrê (1997), romaneşiîr, Swêd.
Bonname (1998), helbest, Kurdistan.
Çirakanî ser Helemût (1999), helbest, Kurdistan.
Piyawî la darsew (2001), helbest, Kurdistan.
Qesîdey rengdan (2001), helbest, Kurdistan.
Ezmûn 1985-2000 (2001), Kurdistan.
Jîn u baran (2001), helbest, Kurdistan.
Xom ew wextey balindem! (2002), helbest, Kurdistan.
Kukuxîtiya bizêweke (2003), helbest, Kurdistan.
Espêk le perrey gullalle.
Helbestên bijartî yên Şêrko Bêkes (Mil, Pilûrey x Zayelle : "Çwar biray qurbanî leyek mallî Kerkûkda!", Adan û hwd) di salên 2010-2011an de li kovara Rexney Çawdêr jî derketin.
Wergerên bo kurmancî
Gulbijêrek ji helbestên Şêrko Bêkes (1991).
Ji nav şiîrên min (1995/2001). Wergêr: Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb. Avesta. Helbestên bijartî ji dîwana Şêrko Bêkes in.
Dev ji min berde ez dixwazim biçim (2007). Belki.
Hemû helbest (2012). Wergêr: Sîrwan Rehîm û Muhsî Ozdemîr. Ronahî, Amed.
Bi zimanên din
Ev beş hê vala ye.
Divê ev bên berfirehkirin.
Xelat
Şêrko Bêkes du xelat wergirtine.
1987: Li Swêdê ji aliyê PENa Swêdî ve bi xelata Tucholsky hat xelatkirin. Serekwezîrê Swêdê Ingvar Karlsson ev xelat dayê.
2001: Li Silêmaniyê ji Navenda Kulturî Xak, xelata Pîrêmerd girt.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

