YNK têkiliyên xwe bi welatan re çalak û bandor e
Kurdistan 04:33 PM - 2023-08-01
PUKMEDIA
Hevdîtina El-Mesra bi Balyozê Hazim El-Yûsîfî re
Nivîskar û balyozê berê yê Iraqê Hazim El-Yûsifiyê birayê şehîd Salih El-Yûsifiyê piştrast kir ku Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê bi navê Partiya Sosyalîst piştî sala 1967ê bûye beşek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û got ku gelê kurd di têkoşîna xwe yê dirêj de, deyndarê şehîd Salih El-Yûsîfî ye ku di Hezîrana sala 1981’an de li ber destên zordarên Partiya Baas a dîktator şehîd bû.
Hazim El-Yusifî di dema beşdarbûna xwe di hevpeyvîneke taybet de li ser kanala (El-Mesra) got: “Şehîd Salih El-Yûsîfî gelekî nêzîkî gelê Kurd û gelê Iraqê bi giştî bû.
El-Yûsîfî diyar kir, Salih El-Yûsifî ne çavbirçî bû ji bo meqam, bandor û pere û di sala 1975'an de hikûmeta Iraqê ya wê demê Salih El-Yûsifî ji bo wergirtina her postekê hilbijart, lê ew teslîm nebû bo gef û tehdîdên desthilatdariya Baasê."
Wî bal kişand ser wê yekê ku "Gelê Kurd deyndarê têkoşîna dirêj a nîv sedsalê ya El-Yûsifî ye, bêyî ku çavbirçîtiya pere, meqam û rûmetê bike."
Derbarê peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel welatên Erebî de jî, El-Yûsifî tekez kir ku, Serokê nemir Mam Celal peywendiyên baş bi serkirde, rêxistin, komele û gelên Ereb re hebû, ji ber wê jî peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê baş bûn gel welatên Ereb bi taybetî Sûriye, Lubnan, Misir û welatên Kendava Erebî, bi taybetî Kuweyt, Erebistana Siûdî û rêxistinên Filistînî.”
Û wî got: “Yekîtiya Niştimanî di pêwendiyên xwe yên bi welat û rêxistinan re çalak û bibandor bû, û kadroyên Yekîtiya Niştîmanî bi rêxistinên filistînî re kar dikirin, û tekez kir ku pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî berî damezrandina wê ji aliyê serokê nemir Mam Celal ve dest pê kiribûn. Têkilî heta vê gavê berdewam bûn û Yekîtiya Niştimanî hîn jî li paytexta Sûriyê Şamê û paytexta Misrê Qahîreyê nivîsgeha xwe heye.
Derbarê rola Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di zelalkirin û pênasekirina pirsgirêka Kurd de, El-Yûsifî amaje bi wê yekê jî kir ku, meyleke fanatîk, pan-erebîst hebû ku Kurd û pirsgirêka Kurd qebûl nedikir û got, hêdî hêdî ji salên şêstî heta niha hizir û hişmendiya Ereban li hember Kurdan, hebûna wan û pirsgirêka Kurd guheriye û baweriya wan bi pêwîstiya bi dayîna mafên rewa yên vî gelî heye.”
Derbarê nêrîna serkirdeyên Erebî derbarê helwest û kesayetiya Serok Mam Celal de, nivîskar û balyozê berê yê Iraqê li Mexribê Hazim El-Yusifî ji rojnameya El Mesra re ragihand: Mam Celal roleke mezin hebû di danasîna pirsgirêka Kurd di nav Ereban û cîhanê de bi xwe jî miroveki dilşewat bû."
Li ser siyaseta demokratîk a ku Mam Celal dişopand û rola wê di Iraqa nûjen de, El-Yûsîfî got, "Desthilata bilind a şîeyan li Iraqê Elî Sîstanî got ku Mam Celal pêla ewlekariya Iraqê ye û tekez kir ku Mam Celal bi rastî jî bû pêla ewlekarîyê û roleke wî ya mezin li Îraqê hebû û di dema serokatîya wî ya Îraqê de Serokatîya komarê roleke mezin li Bexdayê hebû û bandor li ser hemû partî û serokan kir, çi Kurd, Ereb, Sunne û Şîe bin her çiqas ew bi wî re li hev nekin jî."
Got jî: Mam Celal valahiyek gelek mezin hişt, ne tenê li ser asta Kurdistanê, belku li ser asta Îraq û cîhana erebî jî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

