Armanca Serok BafIl xizmeta gel û parastina destkeftiyan e
Kurdistan 02:00 PM - 2023-07-29
PUKMEDIA
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
Serdanên Serok Bafil Celal Talebanî bo Bexdayê û hevdîtinên wî bi hêz û aliyên siyasî re ji dilxwaziya wî ya ji bo cîbicîkirina pêdiviyên welatiyan û parastina mafên wan tê û red dike ku dosyeya mûçe, bûdce û debara welatiyan bi nakokiyên siyasî re têkel bibe, ew dixwaze xizmeta hemwelatiyên herêmê dike û mafê gelê kurd li Bexdayê biparêze.
Girîngiya li ser çareseriya pirsgirêkanBerpirsa Navenda Rêkxistinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Bexdayê Rebîhe Hemed di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke hêzekî bibandor di dema avakirina Îtîlafa Îdareya Dewletê û damezrandina Îtîlafê de û hikûmeta nû ya bi serokatiya birêz Mihemed Şaya Sûdanî de roleke mezin lîst û ji bo cîbicîkirina xalên rêkeftina pêkanîna hikûmetê, berdewam e li ser piştgiriya wê bo hikûmeta nû ya Bexdayê ye.
Rebiha Hamad bal kişand ser wê yekê ku Serok Bafil Celal Talebanî di wê baweriyê de ye ku rêkeftina Herêm û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de erkê wî ye û ev pêngav di civîn û hevdîtinên wî yên ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê de jî derketiye hole, tekez kir ku, mijara mûçe û bûdceyê bi cudahiyên siyasî re neyê tevlihevkirin.”
Berpirsê Navenda Rêkxistinên Bexdayê got jî: “Yekîtiya Niştimanî ji roja damezrandina xwe ve, ji bo parastina mafên gelê Kurd têkoşiyaye û niha jî heman siyasetê dişopîne, çawa ku Serok Bafil Celal Talebanî îsbat kir ku ew dixwaze xizmeta hemwelatiyên herêmê bike û mafê gelê Kurd li Bexdayê biparêze.”
Serok Bafil bi çalakiya hevpar bawer dikeYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Serok Bafil Celal Talebanî hertim hewla pêşkêşkirina destpêşxeriyên bi armanca kombûna hêz û aliyên siyasî yên Herem û Bexdayê ji bo bidestxistina berjewendiya welatiyan heye û baweriya bi kar û pêkvejiyana hevbeş heye û di vê qonaxê deweke siyaseteke rast dibîne.
Endamê Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rengin Ebdullah di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Yekîtiya Niştimanî hertim di wê baweriyê de ye ku desthilat bi yek alî, ya yek partiyeke siyasî bi ser nakeve û pêwîste bi hev re tevbigerin û pêkvejiyanê di birêvebirina desthilatê de hebe, lê eger wek aliyekî taybet ku desthilatê bi taybetmendî û yekdestdariyê birêve dibe sernakeve , û her kes dizane ku Iraq welatekî pirneteweyî û mezhebî ye û ji bo dewlet di bin sîwanekê de bimîne, divê her kes beşdarî biryaran bibe.
Rengin Ebdullah her wiha got: “Hevgerên dîplomatîk ên Serok Bafil Celal Talebanî, bi taybetî serdana wî ya vê dawiyê ya Bexdayê û civînên wî ligel hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, li ser esasê wê yekê ne ku Yekîtiya Niştimanî pê bawer e, ku karê hevbeş di navbera aliyan de misoger bike, dayîna biryarên rast li gor rewşa siyasî ya Iraqê be.”
Yekîtiya Niştimanî ji bo welatiyan li Bexdayê yeYekîtiya Niştimanî weke hêzeke bibandor di qada siyasî ya Iraqê de, peywendiyên xwe yên li Bexdayê ji bo şandina mûçeyên darayî yên karmendan bi kar tîne û îsbat kiriye ku dixwaze mafên gelê Kurd biparêze.
Endamê Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê Arian Mihemed di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê partiyeke pêşketî ye û xwe berpirsê jiyana welatiyan dibîne û li ser wê yekê ku Yekîtî şirîkê serekî yê desthilatê ye û hêzeke bibandor e li ser qada siyasî ya Iraqê ye û hemû peywendiyên xwe ji bo dabînkirina mûçeyên darayî yên gelê Kurd li navçeyê bi kar tîne.
Arian Mihemed her wiha got: Serdanên Serok Bafil Celal Talebanî, xema wî li ser dosya mûçe û bûdceyê û hewlên wî yên berdewam ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan erkên wî yên exlaqî li hember xelkê ye û pêdiviyên wan nîşan dide û eger hêzeke siyasî hebe ku bixwaze parastina mafên welatiyan bike ewa Yekîtiya NiştimanI ya Kurdistanê ye.”
Endamekî Ofîsa Ragihandinê tekez kir: “Di nav 17 partiyên Kurdistanê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê parêzvanê sereke yê mafên gelê Kurd li Bexdayê ye û eger metirsî li ser van mafan hebin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi erkê xwe radibe. Bi berpirsiyarîyên dîrokî li ser wan disekine û hewl dide bi diyalog û têgihiştinê çareser bike."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nirxê zêr dadikeve
11:08 AM - 2026-02-02 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
09:20 PM - 2026-02-01
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
10:35 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01


.jpg)



Aplîkêşin

