Serok Bafil ji Bexdayê mafên destûrî yên gel diparêze
Rêportaj 10:11 PM - 2023-07-27
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di heyama 3 rojan de li paytexta Bexdayê, 14 civîn û hvpeyvînên siyasî û dîplomatîk pêk anî û di civînê de bi herçar serokatî, serkirdeyên hêzên siyasî û berpirsê kargêrî Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Êraqê, û di hemû wan civînan de tekezî li ser pabendbûna bi rêkeftinan û pêkanîna destûrê, berçavgirtina mafên hemû pêkhateyan û dûrxistina debara jiyana welatiyan ji nekokiyên di navbera aliyên siyasî de kir.
Dûrgirtina bûdceya herêmê ji nekokiyên siyasî
Di wan civîn û kombûnan de ku beşek ji wan li mala Serok Mam Celal li Bexdayê hatin lidarxistin, Serok Bafil Celal Talebanî pabendbûna xwe bi cîbicîkirina rêkeftinên siyasî û rêzgirtina xalên destûrê dupat kir. tekezî li ser pêdiviya dûrxistina quta welatiyên kurdistanê û budceya Herêmê ji nekokiyan, ji bilî piştevaniya bernameya karê hikûmeta Federal ji bo misogerkirina jiyaneke baş li gor asta welatiyên Êraqê bi hemû netewe û pêkhateyan.
Pirsa hilbijartinan û cîbicîkirina maddeya 140 yek ji wan mijarên girîng bû ku di serdana Serok Bafil Celal Talebanî ya bo paytext Bexdayê de hat axaftin.
Yekîtiya Nîştimanî li hember debara jiyana welatiyan hêzeke berpirse
Naveroka civîna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ligel her çar serokatiyan, pabendbûna bi rêkeftinên siyasî û parastina mafên hemûyan di çarçoveya destûr û yasayan de bû û herwiha hewldana Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo nêzîkkirina aliyên curbicur bi hev re û xurtkirina hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina encamên erênî, wek ku Serok Bafil di hevdîtinên xwe de tekez kir ku "Pêwîste pirsgirêkên siyasî nebin asteng li pêşiya pêkanîna bernameya hikûmetê û xizmetkirina hemû neteweyan."
Di vê çarçovê de Serok Bafil tekez li ser pêwîstiya çareser kirina kêşeyên di navbera hikûmeta Herêmê û hikûmeta federal de û şandina mûçeyên darayî bo deverê kir û got: Ev destkef mafê karmendan û rizqê xelkê ye. ne girêdayî ti aliyek siyasî ye û balkişand ser wê yekê ku “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hêzeke berpirsê jiyan û jiyana welatiyan e, ji ber wê jî emê berdewam bin li ser hewlên xwe ji bo dabînkirina mafên yasayî û destûrî yên gelê xwe. em naxwazin jiyana hemwelatiyên me bi nekokiyên siyasî re têkel bibe.
Yekîtiya Niştimanî siyaseta hindikayî û piraniyê red dike
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hevdîtin û hevpeyvînên xwe yên li gel serkirde û aliyên siyasî de, bal kişand ser siyaset û stratejiya hevgirtî ya Yekîtî li hember pirsên neteweyî û tekez kir: “Em bi hevdû têgihiştin û karê hevbeş bawer in û em siyaseta hindikahiyan û piraniyê red dikin,û em dixwazin mafên hemûyan di çarçoveya destûrê de bên parastin.”
Serok Bafil eşkere kir ku "siyaset û stratejiya yekgirtî ya Yekîtiya Niştimanî berdewamî ji bo çareser kirina pirsgirêkan û geheştina lihevkirineke herdemî ye ku tê de mafên gelê Kurdistanê parastî ye û piraniya hewlên me jî di vê çarçoveyê de ne." her wiha got: "Parastina mafên destûrî yên herêmê û xizmetkirina gelê me ji karên me yên pêşîn in û ji bo bidestxistina vê armanca bilind emê berdewam bin" û tekez kir: "Em baldarin ku ber bi hemahengî û çalakiyên hevbeş ve biçin, ji ber ku em dibînin ku bi têgihiştin û hevkariya bi hevalên xwe re em dikarin li ser pirsgirêkan derbikevin û welatê xwe ber bi dewlemendiyê ve bibin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

