Qubad Talebanî: YNK hertim baweriya xwe bi karê rêxistinî hebûye
Kurdistan 09:00 PM - 2023-07-25
PUKMEDIA
Qubad Talebanî serdana Buroya Rêxistinên Demokratîk a YNK’ê kir
Qubad Talebanî Serpereştyarê Sekreteriya Serok Mam Celal serdana Buroya Rêxistinên Demokratîk a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir û got:’’YNKê ji roja damezrandina xwe heta niha bi karê rêxistinî bawer kiriye ku hemû beşên civakê karînên xwe ji bo pêşxistina civakê û avakirina civakeke sivîl û demokratîk bikar aniye.’’
Qubad Talebanî: Hêviya me zêdetir heye ku hûn xizmeta YNKê bikinÎro sêşem 25.07.2023’an, Qubad Talebanî Serpereştyarê Sekreteriya Serok Mam Celal serdana Buroya Rêxistinên Demokrat a YNK’ê kir û ji aliyê Serokê Buroya Rêxistinên Demokratîk Cûtîar Nûrî, hevrêyên Serkirdayetiyê Feryal Ebdullah û Sertîp Elî û hejmarek ji endamên Buroyê, şêwirmend û kadroyên Buroyê ve hat pêşwazîkirin.
Qubad Talebanî di serdana xwe de pîrozbahî li hemû rêhevalên Buroyê kir ku kariye kar û çalakiyên buroyê di demên borî de bi cih bîne, weke guhertineke baş di karê rêxistin, komele û sendîkayan de hatine kirin û wiha got:’’ Hemahengiya di navbera we û desteyên din de me kêfxweş dike û em hêvîdar in ku hûn zêdetir xizmeta YNKê bikin piştre serdana dezgehên Buroya Rêxistinên Demokrat kir.’’
Komele, sendîka û rêxistinên YNKê xwedî girîngiyekî mezin inSerpereştyarê Sekreteriya Serok Mam Celal Qubad Talebanî bi Serokê Buroyê, Serokên desteyan û endamên Buroyê re civiya û di destpêka civînê de Serokê Buroya Rêxistinên Demokratîk balkişand li ser kar û çalakiyên Buroyê ,rêbazên xebata rêxistinî û daxwazên Biroyê pêşkêşî Serpereştyarê Sekreteriya Serok Mam Celal kir.
Di vê derbarê de, Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir, ku di nav YNKê de hejmareke gelek baş ji kadroyên jêhatî hene, ku divê kar bikin ji bo xizmetkirin û parastina siyaset , stratejiya YNKê , pêşxistina karê rêxistinî û pêşketina rêxistinan bi şêweyekî nûjen û got:“YNK’ê ji roja damezrandina xwe ve heta niha bi karê rêxistinî bawer kiriye ku hemû beşên civakê karînên xwe ji bo pêşxistina civakê ,avakirina civakeke sivîl û demokratîk bikar aniye.’’
Her wiha got:’’ “Pêwîste rêxistin, komele û sendîka kongreyên xwe li dar bixin û xwe nû bikin daku ji bo vê serdemê guncawtir bin, ji ber ku roleke wan a girîng di pêşxistina civakê û başkirina awayê rêvebirina Herêma Kurdistanê de heye.’’
Di dawiyê de rêhevalên Buroya Rêxistinên Demokratîk daxwazên xwe ji Qubad Talebanî re pêşkêş kirin, da ku xwe ji bo adaptasyona baştir ji rewşa heyî re amade bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

