Peyama Şêrwan Şêrwanî ji bo rojnamevanên bajarê Badînan
Kurdistan 09:58 AM - 2023-07-24
PUKMEDIA
Şêrwan Şêrwanî
Dengên opozisyonê
li hember biryara dadgeha Hewlêrê ya derbarê rojnamevan û çalakvanê sivîl
Şêrwanî Şêrwanî de ku bi tometên sexte 4 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn,
zêde dibin û rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û medyakar daxwaz dikin ku
rojnamevan Şêrwan Şêrwanî bê sînor û şert tavilê were berdan.
Rojnamevan
di wê baweriyê de ne ku reftarên dadgehê bi rojnamevan Şêrwan re di bin fişara
hizbî de ye, ev jî peyameke zelal e bo rojnamevanan ku di bin bandora Partiya
Demokrat de kar dikin bo tepisandina dengên rexnegir û lawazkirina azadiya
derbirînê.
Qanûna çapemeniyê di meriyetê de ye
Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Silêmaniyê Kerwan Enwer di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) piştrast kir: Dubare dadgehkirin û sizakirina rojnamevan û çalakvanê sivîl Şêrwan Şêrwanî ne di cih de ye, ji ber ku dadgehê ew bi 6 salan mehkûm û bêalîbûna dadgehê dixe bin pirsan.
Got jî: awayê reftara bi Şêrwan Şêrwanî, peyameke zelal e bo rojnamevanan bi giştî û rojnamevanên ku li herêma Hizba Demokrat kar dikin, nexwe li herêmê yasaya karê rojnamevanîyê heye, ku li gorî wê yasaya karê rojnamevanî di egera binpêkirinan de, divê bê dadgehîkirin.
Rojnamegerên li navçeya PDK heta kengî wê bê deng bin
Ji destpêka
avakirina kabîneya niha vepêşbînî li ser sîstemeke polîsî li hember
rojnamevanan hebû, nemaze li herêma Hizba Demokrat, ji ber ku rêxistinên
navdewletî yên bi azadiya rojnamevaniyê ve mijûl in, hişyarî dan ku jîngeha
medyayî li herêmê ne rewşeke xwezayî ye.
Kerwan Enwer
dibêje: "Tevî ku me çaverê dikir ku rewşa rojnamevanan bi sedema pêkanîna
sîstema polîs xirab bibe, lê heta kengê dê rojnamevan li hember van
binpêkirinan û rewşên xirab ên ku rûbirûyê wan dibin, bêdeng bimînin...? Bi
taybetî di bin desthilata Partiya Demokrat de, û raportên navdewletî nîşan
didin ku jîngeha Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan ne guncaw e."
Got jî: Me
wek şaxê Silêmanî yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê helwestên me yên zelal
derbarê binpêkirinên rojnamevanan hebû, lê em li hember bêdengîya Sendîkaya
Rojnamevanên Kurdistanê û nedana beyanekê li ser dosya Şêrwan Şêrwanî matmayî
ne, divyabû parastina mafên rojnamevanan bike.
Sînordarkirina azadiya Şêrwan Şêrwanî li hemberî dengê azad neheqî tê dîtin
Armanca
dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî lawazkirina azadiya derbirînê û
şandina peyameke nerasterast li dijî rojnamevan û çalakvanên Badînan e.
Koordînatorê
Navenda Mîtro ya Berevanîkirina Mafên Rojnamegeran Rehman Xerîb ji PUKMEDYA re
ragihand: Ji destpêka dadgehkirina çalakvan û rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û
hevalên wî ve, rêkarên dadwerî yên dadwer ne şopandine.
Got jî:
nebûna dadwerî û destêwerdana hizbî di prosesa dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî û
hevalên wî de, bi mebesta tepiskirina dengên cuda û lawazkirina azadîya
derbirînê tê.
Peyam ji her
kesî re
Rehman Xerîb
her wiha got: Biryara vê dawiyê ya li dijî çalakvan Şêrwan Şêrwanî peyameke
hikûmetê ye bo hemû rexnegir, rojnamevan û çalakvanan ku çarenivîsa wan ji ya
Şêrwan Şêrwanî baştir nabe.
Wî jêderî
eşkere kir: Bêparkirina azadiya rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, neheqî ye li hember
hemû gelên azad û em vê biryarê red dikin, ji ber ku destêwerdana siyasî ji bo
wî eşkere ye.
Biryarên dadgeha Hewlêrê ji ber zextên hizbî hatin
Di çarçoveya
îtirazên dosyaya rojnamevan Şêrwan Şêrwanî de, di 23.07.2023ê 17 saziyên
ragihandinê û 150 rojnamevanî, di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyek belav
kirin û tê de tekez kirin: Dadgeha Hewlêrê bêyî ku bi hinceteke rasteqîne û li
ser hîç giliyek hizbî hebe, 4 sal cezayê girtîgehê li dijî rojnamevan û
çalakvanê sivîl Şêrwanî da.
Di
daxuyaniyê de hatiye: “Sizakirina Şêrwan Şêrwanî tekez dike ku Herêma
Kurdistanê roj bi roj di warê azadiya derbirrîn, azadiya çapemeniyê, maf û
demokrasiyê de ber bi kêmbûnê ve diçe, ji ber ku hebûna desthilateke
nedadperwer û dijminê azadiyê bûye jîngeheke metirsîdar bo rojnamevan û dengên
azad.
Kemal Reûf
ku di civîna çapemeniyê de daxuyanî da û wiha got: "Em weke rojnameger
neheqiya bi nave qanun û dadê li ser hevrêyê me Şêrwan Şêrwanî hatiye kirin,
red dikin û van kiryaran şermezar dikin. Em maf û qanûnên têkildarî azadiya
çapemeniyê teqez dikin, lewma em ê rê nedin rojnamevanê ku bi heman rengî
serbest bê berdan.
Gelê Kurd ji
bo azadiyê şer kir, gel jî azadiya xwe bi dest xist, lê hewldan hene ku
azadiyan bisînor bikin, ku xala herî mezin a nakokiyê di navbera hikûmet,
rojnamevan û azadîxwazan de ye, bi taybetî di kabîneya hikûmetê ya heyî de.
Li gorî
raporên navdewletî, hikûmeta niha rastî kêmbûneke berçav a azadiya derbirînê û
azadiya rojnamevaniyê hatiye û hikûmeta niha jî zextên xwe li ser çalakvan û
rojnamevanan zêde kiriye û rojnamevan di wê baweriyê de ne ku Herêma Kurdistanê
bûye jîngeheke ne guncaw ji bo rojnamevanan, ji ber ku rojnamevan ji ber karê
xwe yê rojnamevanî, rûbirûyê metirsiyan dibin ser jiyana wan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
Cewher Axa Herkî: Bi îşkenceyê win nikarin baweriya xelkê bi dest bînin
11:00 PM - 2025-12-04
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
Kurdistan 10:04 AM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05


.jpg)



Aplîkêşin

