CPT: Divê rayedarên Herêma Kurdistanê Şêrwan Şêrwanî azad bikin
Kurdistan 09:37 AM - 2023-07-22
PUKMEDIA
Şêrwan Şêrwanî
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPT) li ser çar sal cezayê girtîgehê li çalakvan Şêrwan Şêrwanî ku hatbû birîn hate deng û bang li hikûmetê kir ku çalakvanê navdar ê herêma Badînan Şêrwan Şêrwanî azad bike ,her wiha rakirina hemû tometên li ser wî û îzna karkirina rojnamevanan bi şêwayê azad kir.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPT) derbarê dosyayê de lêkolîn kiriye û bi parêzer û xizmên Şêrwan Şêrwanî û Gohdar Zêbarî yên ku beşek ji dozê ne re axivîye. Komîteyê amaje bi wê yekê jî kir, ku dadgeha tawanan a Hewlêrê guh nedaye gotinên Gohdar Zêbarî ku gotibû, wî destûr daye Şêrwan Şêrwanî ku li ser navê wî daxwaznameyekê îmze bike.
CPT ji Wezareta Edaletê ya Herema Kurdistanê re re peyam şand, lê tu bersiv negirtiye.
Roja 20-7-2022, Dadgeha Tawanan a Hewlêrê li ser gilînameyekê ji aliyê Rêveberiya Çaksaziya Herêma Kurdistanê bi tohmeta sextekirina belgeyan 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî birî.
…
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPT) rêxistineke nehikûmî ya navneteweyî ye ku navenda wê li bajarê New Yorkê ye ji bo parastina mafên rojnamevanan. Rêxistin derbarê zext û kuştinên rojnamevanan li çaraliyê cîhanê agahiyan berhev dike.
Komîte di sala 1981ê de ji aliyê peyamnêrekî Amerîkî ve hatiye avakirin. Di navenda rêxistinê de 22 xebatkar hene, di nav wan de pisporên Afrîka, Amerîka, Asya û Ewropayê hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

