Dadgeha Hewlêrê 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî birî
Kurdistan 06:22 PM - 2023-07-20
PUKMEDIA
Şêrwan Şêrwanî
Îro pênşemî 20.07.2023, dadgeha Hewlêrê 4 sal cezayê girtîgehê li çalakvan û rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ku yek ji girtiyên bajarê Badînan ê girtî ye birî, rojnamevanek jî dibêje: “Ev biryar bi fermana Mesrûr Barzanî hatiye dayîn û ne bi biryara dadgehê ye.
Dadgehê dikaribû cezayê kêm bike
Di vê derbarê de endamê Tîma Berevaniya Girtiyên Badînan Bafil Surcî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Îro dadgeha Hewlêrê bi tometa sextekirina şopa tiliya Şêrwan Şêrwanî bi 4 sal zîndan mehkûm kir, lê dadwer dikaribû ji vê kêmtir ceza lêxista.
Got jî: “Tevî redkirina tomet ji aliya Şêrwan Şêrwanî, lê dadwer guh neda wî û li gor bendên 295 û 298 yên girêdayî bi sextekarîyê, bi 4 sal zîndan mehkûm kir”.
Biryara şexsî li ser biryara dadgehê tê ferzkirin
Şêrwanî ji ber adeteke li girtîgehan hat cezakirin
Nûhkirina ceza li dijî Şêrwan Şêrwanî bo çar salên din, ji ber wê yekê ku girtiyên Badînan berî niha di girtîgehê de, bi mebesta tevlîkirina wan di nav serbestberdanê de daxwaznameyekê ji dozgeriya giştî re şandibûn û bi danîna şopa tiliyên Şêrwan li ser daxwaznameyê Şêrwan Şêrwanî li şûna girtiyek din, 4 sal din zindan lê birîn,Tevî ku wî di rûniştina dadgehê de ev tawan red kir, û di dema ku adetek di zindanan de heye ku tiliya yek ji girtiyan li şûna tiliya yekî din bê îmzekirin di mijarên girêdayî daxwazên wan û ne ji bo mebestên din, lê dadgeha Hewlêrê guh nedaye vê adeta serdest û li gorî bendên 295 û 298ê bi 4 sal zîndanê ceza lê birî.
Piştî derketina biryara dadgehê, malbat û hevalên Şêrwan Şêrwanî li ber avahiya dadgeha Hewlêrê civîneke rojnamevaniyê lidar xistin û tê de çalakvan û rojnamevanê bajarê Badînan Omêd Broşkî ragihand ku “4 sal cezayê girtîgehê ne biryara dadgehê ye, belku biryara Mesrûr Barzanî ye û bi vê yekê jî hate piştrastkirin ku li dijî girtiyan kompiloyeke nû tê amadekirin û got jî heta ku hizra leşkerî Herêma Kurdistanê kontrol dike rewş ber bi başiyê naçe û eger welatiyên Kurdistanê li hember vê neheqiya ku hatiye ragihandin dengê xwe bilind nekin ji bo xatirê çalakvanên Şêrvan Şêrwanî û Badînan, divê her dem çaverê bin ku malbatên wan bi neheqî bên girtin û cezakirin.”
Omêd Broşkî her wiha got, em nebûna serxwebûn û desthilata dadgehên Hewlêrê û destwerdana desthilata dadwerî li herêmê şermezar dikin û daxwaz ji dadgehan dikin ku rola xwe ya rast bilîzin û pabendî fermanên kesekî nebin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

