Di hilbijartinên parêzgehan de tekezî li ser yekrêziya Kurdan kir
Kurdistan 06:09 PM - 2023-07-19
PUKMEDIA
Şanaz Xanim û Hakim Qadir
Endamê Desteya Bilind a Siyaset û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê Hakim Qadir Hema Can serdana xanima yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û Êraqê hat gotûbêjkirin û her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên lidarxistin û aliyên siyasî rewşa siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê nekin qurbanî hizbî û divê ew razî bin ku di zûtirîn dem de hilbijartinên dadmend û şefaf ji bo çareser kirina valahiya destûrî pêk bînin , ku niha li Herêma Kurdistanê heye.
Di civînê de behsa hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê hate kirin û her du alî hevdeng bûn ku aliyên Kurdistanî yên li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û bi yek lîste beşdarî hilbijartinan bibin, bi taybetî ev hilbijartin diyarker e. Kurd çiqas nebin yek lîste jî girîng e Kurd ji du lîsteyan zêdetir nebin.
Di hevdîtinê de her du alî behsa yasaya petrol û gaza Êraqê kirin ji ber dosyayeke hestiyar û stratejî ya Herem û Êraqê ye, ji ber wê jî giringe Kurd li Bexdayê xwedî dengekî yekgirtî bin û di pêşwext de nabe li ser vê reşnivîsê razî bin , berovajî, ev qanûn dê zirarê bide armancên stratejîk ên gelê Kurd, ji ber wê jî divê aliyên siyasî bi deng û biryareke yekgirtî bi vê yasayê re mijûl bibin û ji kesayetiyên akademîk, pispor û pisporên vî warî sûd werbigirin.”
Di dawiya vê hevdîtinê de, her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku, ne li Heremê û ne jî li Bexdayê, ti behaneyek ji bo manîpulekirina mûçe nemaye, ji ber wê jî divê Bexda mûçeyê fermanberên Herêmê Kurdistanê. Her wiha divê hikûmet bi awayekî giştî mûçeyên karmendan dabeş bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

