Partiya Komunîst piştgirî dide destpêşxeriya YNKê
Kurdistan 04:19 PM - 2023-07-18
PUKMEDIA
Civîna YNK û Partiya Komunîst
Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgiriya destpêşxeriya YNKê ya ji bo yekrêziya kurdan li navçeyên nakok dike û bi YNKê re jî li ser wê yekê ye ku divê kurd ji bo hilbijartinên dahatû yên encumenên parêzgehên Êraqê yekrêz bin.
Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rizgar Hacî Hema piştî civîna li gel Partiya Komunîst a Kurdistanê li Hewlêrê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Divê em biratiya xwe birêxistin bikin di helbijartinan de li navçeyên nakok bi hev re kar bikin, daku em çarenivîsa kurdayetiyê li Kerkûk, Xaneqîn û Xurmatû bi hilbijartineke dabeşker ji dest nedin."
“Yekane çareya vê hilbijartinê ew e ku hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurd li hev bicivin, çawa ku aliyê din ji bo bidestxistina kursiyên zêdetir li Kerkûk û deverên din amadekariya yek lîsteyê kiriye,em jî heman şêwa ji berjewendiyên giştî û berjewendiyên gelên navçeyên Kurdistanê pêwîste vê bikin.”
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Şêx Sadiq got: "Em pêşwaziyê li destpêşxeriya YNK'ê dikin ji bo yekkirina aliyên Kurdistanî li navçeyên nakok ji bo hilbijartinên dahatû yên Encûmena Parêzgehan."
“Em bi YNK’ê re hevbîr in ku li navçeyên nakok bi yekrêziyê dengên zêdetir ji Kurdan re bi dest bixin, ji ber ku divê em ji bîr nekin ku li dijî me yekitiyeke mezin heye û hewl didin me têk bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

