YNK tekezî li ser yekkirina helwesta kurdan li navçeyên nakok dike
Kurdistan 02:22 PM - 2023-07-18
PUKMEDIA
Civînên YNKê li gel aliyên Kurdistanî
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema tekez kir, ku Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîste aliyên Kurdistanî bi yek lîste beşdarî hilbijartinên dahatû bibin.
Rizgar Hacî Hema di kongirekî rojnamevanî de piştî civîna şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ligel şanda Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê got: Bi baweriya me yekrêzî ji bo bihêzkirina pêgeh û giraniya kurdan bi taybetî li navçeyên nakok pêwîste, ji bo bidestxistina hejmara herî zêde ya kursiyan û her wiha mafên welatiyan biparêze, ji ber ku lîsteyên curbicur û piralî ziyanê digihînin berjewendiyên kurdan.
Got jî: Em amadene ji bo her biryar û bernameyeke hevbeş li gel hemû alîyên Kurdistanî û yekkirina helwest û rêzan, ji ber ku xelkê navçeyên nakok qurbanîyên mezin dane û hêjaye baştirîn xizmet in ku ji wan re bê pêşkêş kirin û tekez kir ku, di dema pêş de hilbijartinên çarenivîssaz heye û divê em rêzên xwe bikin yek.
Endamê Mekteba Siyasî amaje bi wê yekê jî kir ku navçeyên cihê nakokiyê rastî gelek pirsgirêkên xizmetguzarî, zeviyên çandiniyê û postên hikûmetê tên, ji ber wê jî divê em hewlên xwe bikin yek ji bo çareserkirina van pirsgirêkan.
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema ragihand: Emê civînên xwe de li gel hemû partî û aliyên Kurdistanî ji bo gotûbêjkirina rewşa navçeyên nakokdar berdewam bikin û divê em nakokiyên xwe bidin aliyekî û rêzên xwe di nava xwe de bikin yek li navçeyên nakokbar, û em amade ne ji bo her civîn û destpêşxeriyek ku di berjewendiya yekkirina helwest be.
Got: Me serdana hemû partî û aliyên Kurdistanî kir û bi wan re li ser yekxistina rêzên Kurdistanî li navçeyên nakok gotûbêj kir, armanca me ya sereke yekxistina helwêsta kurdan e, xema me ya herî mezin ew navçeyên cihê nakokiyê ne û gelek jî hene ditirsin ji ber ku eger em bi çend lîsteyan derbasî hilbijartinên bê bibin, ev yek dê zirarê bide pêgeh û giraniya kurdan li navçeyên cihê nakokiyê, li ser wê yekê jî divê em hemû bi ruhekî berpirsyartî kar bikin da ku baştirîn xizmet ji xelkê navçeyê re pêşkêş bikin û parastina mafên wan bikin.
Ji aliyê xwe ve, Bêkas Qadir serokê şanda Partiya Zehmetkêşan di civîna çapemeniyê de got: Em bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re li ser pêwîstiya beşdarbûna kurd bi yek lîsteyê di hilbijartinên parêzgehên Êraqê de hemfikir in, ji ber ku eger wekî din be em ê gelek dengan winda bikin û ji ber vê yekê lîsteyên hevrik dê li ser me bi ser bikevin."
Got jî: “Em wek Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê, bijardeya me ya yekem yekrêzîya rêzên Kurdî li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê ye, ji ber ku em di wê bawerîyê de ne ku eger em vê yekê nekin, emê dengê gelê Kurd belav bikin."
Bi Partiya Komunîst a Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn
Piştî bidawîhatina civîna çapemeniyê, îro piştî nîvro, îro sêşem 18.07.2023, şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serdana baregeha Partiya Komunîst a Kurdistanê kir û ji aliyê Şêx Sidîq Cîgirê Sekreterê Partiya Komonîst ve hat pêşwazîkirin û hejmarek ji endamên mekteba siyasî û komîteya serkirdatiya partiyê jî amede bûn.
Ev civîn bi mebesta pêkhatina lihevhatineke Kurdistanî û beşdarbûna di hilbijartinên parêzgehên Êraqê de tên ku biryare dawiya vê salê were kirin û yek lîst li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê wê hebe.
Duh, Duşemî 17/7, şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serdana her du Tevgera Gorran û Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir û roja 12/7 şandê serdana her du Koma Dadweriya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir.
Berpirsê Desteya Pêwendiyên Kurdistanê û Endamê Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Salar Serhed di daxuyaniyeke de ji PUKMEDIA re ragihandibû: Serdana aliyên Kurdistanî di çarçoveya destpêşxeriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ye û ji bo parastina rewşa Kurdan li navçeyên nakokdar û tekezî li ser Kurdistanîbûna van deveran dikin.
Got jî: Me di civînên xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste hêz û aliyên Kurdistanî li Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedîn bi yek lîste beşdar bibin û aliyên Kurdistanî jî li gel Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê li ser pirsa parêzgehan li hev kirin ku di hilbijartinên encumenên Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê de bi yek list beşdar bin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nirxê zêr dadikeve
11:08 AM - 2026-02-02 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Êraq 11:15 AM - 2026-02-02 Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:16 AM - 2026-02-02
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
09:20 PM - 2026-02-01
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01 -
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:16 AM - 2026-02-02



.jpg)


Aplîkêşin

