Serok Bafil di 100 saliya Peymana Lozanê de: Ji dîrokê fêr bibin
Kurdistan 10:19 AM - 2023-07-07
Ofîsa Serokê YNKê
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Serok Bafil Celal Talebanî ragihand, armanca Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê zelale û dirêjpêderê siyaseta hakîmane ya Serok Mam Celal e, ku xwe di siyaseta piştgiriya Kurdan û piştgîriya xebata siyasî û sivîl de dibîne.
Naveroka peyama Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ye ku jibo kongireya Lozan ya li Rojavayê Kurdistanê birêve diçe şandiye:
"Hevnîştimaniyên Xweşewîst
Silavekî Kurdane li we be
Berya niha bi 100 salî bi bê amadebûna Kurdan û heta bi bê ku raya wan bê wergirtin , rêkeftin nameya Lozanê li dijî gelê Kurd hate îmza kirin. Rêkeftinek ku destpêkek bû ji bo jinavbirina xewna demdirêj ya gelê Kurd û parçekirina axa me bi ser çar beşan de.
Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurd hewl ji bo biratiya gelan û pêkvejiyanê daye, lê belê mixabin hertim bûne qurbaniya zulm û stema welatan. Hemû curên tundûtîjiyê li hemberî me hatiye kirin û hewla tunekirina ziman û nasnama me hatiye dayîn, lê belê nekû nekarîne me tune bikin belkû bi şoreş û xebata gelê me ji bo serbilindiyê û serfiraziyê bihêztir bûye û wek çiyayên serbilind gelê me li ser piya maye .
Niha jî piştî ku 100 sal bi ser wê rêkeftinê derbas dibe û hemû wan qurbaniyên bi dirêjahiya dîrokê ku me dayî, divê ders ji dîrokê wergrîn û bi rihekî kurdane em xwe ji bo pêşerojê amade bikîn, pêşerojek ku tenê bi yekîtî , yekbûn û birayetî em dikarîn misoger bikîn.
Pêkve ji bo Kurdistana mezin û parastina nasnama xwe em xebat bikin û cudahiyan bixîne xizmet armancên bilind, eve jî take rêye daku wek miletekî zindî û xwedî maf em dengê xwe bighînin cîhanê û berevaniyê li xwe bikîn.
Armanca Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê zelale û dirêjpêderê siyaseta hakîmane ya Serok Mam Celal e, ew siyaseta ku xwe di piştgiriya Kurdan û piştgîriya xebata siyasî û sivîl de dibîne , siyasetêk ku armanca wê serbilindiya Kurdan û bicî anîna armancên netewî û nîştimanî ya Kurde, bo vê yekê jî ez berê xwe didim hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî û dibêjim raste cudahiyên me zorin, lê belê ziman û axa me xalên hevbeşin ku me hemûyan dighîne hev û divê em biparêzîn.
Em ji hemû welatên cîhanê û cîranên xwe re jî dibêjîn, şer û nakokî ne bijardeya me ye û bi hemû awayî red dikîn . Em dixwazin peywendiyên me di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind bi pêş bixîn û cîranekî baş bîn, lê belê em sazişê li ser mafên xwe yên rewa nakîn û bi hemû awayî berevaniyê lê dikîn. Nabe ji bîra me biçe ku Serok Mam Celal hertim difermuyî, (heta ku pirsgirêka Kurd li rojhilat neyê çareserkirin, aştî li navçeyê nayê cîbicî kirin).
Hêviya serkeftinê bo we dixwazim û şad û serfiraz bin
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

