Qubad Talebanî: YNK bi hilbijartinên paqij û dadperwer re ye
Kurdistan 07:13 PM - 2023-07-02
PUKMEDIA
Qubad Taleban'
Qubad Talebanî serpereştyarê nivîsgeha sekreteriya Serok Mam Celal tekez kir: Ofîsa rêkxistinê di nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de xwediyê pêgeheke mezin e û em hêviya karekî zêdetir ji wê dikin. em ê refên xwe ji nû ve birêxistin bikin."
Qubad Talebanî, çavdêrê nivîsgeha sekreteriya Serok Mam Celal, îro yekşemî 02.07.2023ê li bajarê Silêmaniyê bi Serkewt Zekî berpirsê ofîsa rêxistina Yekîtiya Niştimanî û hejmarek ji kadroyên ofîsê û rêxistinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re civiya, dê pêşhatên dawî yên siyasî û rewşa navxwe ya partiyê gotûbêj kirin.
Di destpêka civînê de, Sarkewt Zekî ronahî xiste ser kar û çalakiyên ofîsa Rêxistinê û astengiyên li pêşiya erkên wan û amaje bi pilan û amadekariyên derbarê mekanîzma kar di qonaxa niha de kir ku di asta daxwazên kadro û cemewerê yekîtî de be, ew dê pilan û siyasetên Serok Bafil Celal Talebanî ji bo baştirkirina rêveberiya Yekîtiya Niştimanî pêk bînin.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Qubad Talebanî amaje bi rewşa navxwe ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û got: Emê mekanîzmaya karkirinê li gor rewşa niha biguherînin û ji bo vê mebestê jî pêwîstiya me bi hewla hemû aliyan heye. Tekez kir: Ofîsa Rêxistinê dilê partiyê ye û bandoreke mezin li ser sazî û cîbicîkirina siyaset û bernameya karê partiyê heye.
Qubad Talebanî teqez kir: Siyaset û prensîbên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê nehatine guhertin û hertim bi dadweriya darayî û peywendiyên dostane li gel Bexdayê ye. Yekîtiya Niştimanî dahênerê federalîzmê li Êraqê ye û damezrîner û parêzvanê pêkhateya herêmê û destkeftên wê ye û tenê rêya xizmetkirina welatiyan û dabînkirina mafên destûrî yên girseyên gelê Kurdistanê ye. "
Derbarê hilbijartinan de jî Talebanî: "Em ne li gel paşxistina hilbijartinan bûn. Em ji bo hilbijartinan amade ne û divê bên kirin.”
Derbarê peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya li gel partî û aliyên siyasî de jî Qubad Talebanî ragihand: Em li gel yekrêziya navxwe ne û me çendîn car tekez kiriye ku pêwîste peywendiyên me yên baş li gel aliyên siyasî hebin û ev nayê wê wateyê ku Siyaseta hemû partiyan wek hev e, lê belê her aliyek siyaseta xwe heye ku li ser kar dike û Yekîtiya Niştimanî jî siyaseta xwe ya taybet heye ku kar dike ji bo pêkanîna vê siyasetê bi rêya saziyên xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

