Qanûna Budceya Federal dikeve warê cîbicîkirinê
Îraq 12:08 PM - 2023-06-26
PUKMEDIA
Rojnameya Weqaêi
Îro Duşemê
rojnameya Êraqî Weqaê ya ser bi Wezareta Dadê ya Federalî yasaya jimare (13) ya
sala 2023 ya “Bûdceya Giştî ya Federalî ya Komara Êraqê bo salên darayî
(2023-2024-2025)” weşand.
Bi vî awayî yasaya
bûdceya federal piştî ku Serokê Komarê pesend kir û di Rojnameya Êraqê de belav
kir, kete ware cîbecîkirinê. Serok Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd roja
Çarşemê 21.06.2023, yasaya budceya darayî ya giştî ya federalî pesend kiribû.
Serokkomar
balkişand li ser wê yekê ku pesendkirina bûdceyê xaleke zivirînê ye bo cîbicîkirina
bernameya xwe, ku têde peydakirina pêdiviyên pêwîst ên welatiyan, peydakirina
xizmetguzariyên serekî yên weke tendirustî û xwendinê, nûavakirina jêrxanê û
destpêkirina pirojeyên giring û stratejî yên ku dê têde bin ku rastiya rojane
ya welatiyan bi awayekî erênî nîşan bide.
Cenabê wî amaje bi
wê yekê kir ku pêwîste kar hişkirina xerciyên hikûmî û parêzgeh, parastina
diravê giştî û pêşvebirin û cudakirina jêderên aborî di demekê de ku welat
rûbirûyê kêşeyên aborî û jîngehî bûye.
Serok Komarê her
wiha hewlên ji bo pesendkirina bûdceyê ji hemû aliyan ve bi berçavgirtina
aliyên girîng ên kargêrî û sermayeguzariyê û dadperweriya li hember girûpên kêm
dahat, bi awayekî ku dadperweriya civakî pêk bîne, bilind nirxand.
Êraq piştî gotûbêj
û civînên dûr û dirêj di navbera hêzên siyasî û partiyan û baskên parlamentoyê
de dest bi mezintirîn bûdceyê kir, ji ber ku bûdce 134 trîlyon û 500 milyar
dînar e, ji ber ku pişka Herêma Kurdistanê di wê bûdceyê de dê 20 trilyon dînar
be, bi rêjeya (12,67).
Hikûmeta Herêma
Kurdistanê salane 9 trîlyon dînar ji pişka xwe ya bûdceyê ji bo mûçeyên
karmendan terxan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

