Gundê Topzawa di metirsiyê de ye û hikûmeta Êraqê jî tê hişyarkirin
Kurdistan 02:19 PM - 2023-06-25
PUKMEDIA
Erdê Topzawa
Komek nivîskar, çalakvan û rêxistinên ku di qada qirkirinê de dixebitin, bi armanca rakirina şopên paqijiya regezî li herêmê, bi daxuyaniyekê piştgirî dan gundiyên Kurd û Tirkmen ên ku li navçeya Tobzawa ya ser bi parêzgeha Krûkê ve çalakiyan li dar dixin. Tê de tekez kirin ku "biryar û pêngavên Wezareta Berevaniyê û artêşa Êraqê hişyariyek e ku tawanên Enfalê tîne bîra her kesî, nemaze ku artêş dûrî karê xwe destwerdanê di nav zeviyên cotkarên Serkaran, Daqûq, Lîla û Tesîn, Yaycî û Dîbek Tepe berdewam dike.
Ev cara duyemîn e ku dewlet dest datîne ser erdên gundiyan
Daxuyaniya ku bi sernavê “Tubzawa li ber metirsiya jinavbirina hebûna xwe ye” û malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) kopiyek jê wergirtiye: “25 roj bi ser mangirtina Cotkarên Tirkmen ên gundê Tobzawa ji ber desteserkirina zeviyên wan ji aliyê Wezareta Parastinê û artêşa Êraqê ve derbas bûne. û hikûmetê bersiv nedaye heta niha dewleta Êraqê daxwazên wan bi cih anîne û diyar kirin ku ev yek Cara diduyan ku dewleta Êraqê dast datîne ser erdên cotkarên gundê Tobzawa û deverên, Cara yekem di sala 1987’an de di dema desthilatdariya rêjîma Bais a hilweşiyayî de bû ku hemû şêniyên gundê Tobzawa ji warê bav û kalên xwe koçber bûn û dewletê dest danî ser û mal û milkên wan, li ser Erebên hatin belav kirin.. Niha, bo cara duyem, wezareta berevaniyê û leşkerê Êraqî bi niyaz in ku komelgeha nîştecîbûna leşkerî, li ser erda gundiyan ava bikin.
Biryarên rêjîma Baas hê jî li ser cotkarên Kurd û Tirkmen tên sepandin
Di daxuyaniyê de
hat gotin, "hinceta Wezareta Berevaniyê û artêşa Êraqê ew e ku milkiyeta
erdên dewletê ye û bi mebesta avakirina komelgeya nîştecîbûnê leşkerî di demekê
de ku her kes dizane ku ev erd di sala 1987’an de li gorî biryara Meclîsa
Fermandehiya Şoreşger a hilweşiyayî bêyî ti bingeheke yasayî di destê dewletê
de bûn ku ev yek binpêkirineke eşkire ye bi derheqê xwediyên gund.
Û bal kişand ser wê yekê ku "ev binpêkirina eşkere ya ku xelkê gundê Topzawa rastî wan tê di demekê de tê ku hikûmeta Mihemed Şiya El-Sudanî li gor bernameya hikûmî ku encumena nûneran pejirandibû biryar da ku biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî di nava şeş mehan de hilweşîne.
Yên ku îmze belavok îmzekirine piştgirî dan şêniyên gundê Topzawa û hemû cotkarên xwecihî yên ji hemû pêkhateyan û li hemû herêman. di heman demê de em gavên ku dewleta Êraqê avêtine wek hişyariyek derbarê binpêkirina mafên mirovan û desteserkirina eşkere ya zevî û milkên cotkaran dinirxînin.”
Lezkirina cîbicîkirina madeya 140 û betalkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê
Wan gelek daxwaz pêşkêş kirin, ji wan:
1- Encûmena Nûnerên Êraqê li gorî biryara 30 ya sala 2012ê ku ji aliyê Encûmena Wezîrên Êraqê ve hatibû derxistin, zû qanûnekê bo betalkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî bipejirîne.
2- Derxistina herêmên di benda 140 de ji hemû biryarên girêdayî guhertina zevî ji çandinî bo niştecihbûnê, heta cîbicîkirina biryara jimare 30 a sala 2012an.
3- Lezkirin di cîbicîkirina biryara jimare 29 a sala 2012ê ya Encûmena Wezîrên Êraqê, derbarê betalkirina biryarên Komîteya Karûbarên Bakur a Partiya Baisê ya hilweşiyayî û têkbirina axên Kurd û Tirkmenan.
4- Lezkirin di cîbicîkirina madeya 140 a destûrî de, ku di xala 15ê de
5- Serokwezîrê Êraqê wek fermandarê hêzên çekdar ên Êraqê rê li ber hemû destwerdanên leşkerî û çekdarî bi taybet artêşa Êraqê di pirsgirêkên zeviyên çandiniyê de li navçeyên nakokbar digire.
6- Veguherandina bîrdariya Topzawa bo bîranîna qurbaniyên Enfalê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

