Yekîtiya Niştimanî..ji şerê çekdarî ber bi şerê parlementoyê ve
Kurdistan 05:29 PM - 2023-06-21
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe heta niha ji bo xizmetkirina welatiyan û bidestveanîna mafên rewa yên wan kar dike û di qonaxên şerê çekdarî de li dijî dîktatoriyê di eniya herî pêş a aliyên şer de bû û bi dehan qurbanî dan û bi hezaran şehîd.
Di qonaxa niha de, şerê çekdarî bûye şerê parlemanî û siyasî, û niha jî weke berê jî girseyê dizanibû, di rêza herî pêş de ye ji aliyên ku berevaniyê li mafên xwe yên darayî dikin û ezmûna xwe ya demokratîk pêş dixin.
YNKê ya hemû qonaxan eEndamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sertîb Elî ji malpera fermî ya YNKê re (PUKMEDIA) re dibêje : Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê partiyeke hemû qonaxan e û ew partiya ku bergiriyê li mafên mafên welatiyan dike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dema ku tekoşîna çekdarî bû, di eniya herî pêş a aliyên şerker de bû û dema şerê çekdarî ber bi şerekî demokratîk veguherî, ew jî di eniya herî pêş a aliyên şerker de bû û ya ku xizmet bike ji girseyên re.
Berdewamkirina reformanSertîb Elî dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hemû qonaxan de ji bo xizmetkirina welatiyan, bidestveanîna daxwazên wan û parastina wan kar dike.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanî ji destpêka damezrandina xwe ve, bi hemû hêza xwe bo berevanîkirin ji hemwelatîyan û mafên wan berdewam e û dê berdewam be li ser çaksazî û xizmetkirin û parastina mafên rewa.
Yekîtiya Niştimanî xizmeta gel didomîneEndamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Kerîm Şukr di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand : Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di qonaxên şerê çekdarî de qurbaniyên mezin da û bi deh hezaran şehîd ji bo piştgiriya xelkê Kurdistanê da.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê niha bi rêya tîmên xwe yên li encûmena nûnerên Êraqê û parlamentoya Kurdistanê kar dike bo berevanîkirin ji mafên hevwelatiyan û yekxistina daxwazên wan.
Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Gelan e
Kerîm Şukr dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê partiya girseyê ye û ji bo azadkirina gelê Kurdistanê ji bindestiyê û zulmê, qurbaniyên mezin dane.
Got jî: “Emê bi rêya tîmên xwe yên hikûmetê yên parlemantoyê xizmetguzarîyên zêdetir bo hevwelatîyan bidomînin” û amaje bi wê yekê jî kir, ku girseya gel hêviyeke mezin bi hewl û rola Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê bo bidestveanîna mafên wan heye.
Siyaseta zelalEndamê Nivîsgeha Şehîdan û Têkoşerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hesen Baram ji PUKMEDIA re ragihand : Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji damezrandina xwe heta niha xwedî siyaseteke zelal e.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê armancên mezin hene ku ji bo wan kar dike û di serî de xizmetkirina girseyên gelê Kurdistanê ye û pirojeyên ku pêşkêşî dike jî pêşxistina asta xizmetguzariyan û berdewamkirina proseya avadankirinê ye.
Pêşveçûna Herêma KurdistanêHesen Baram dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê û xizmetkirina hevwelatiyan kar dike û karibû rê li pêşdarazî û neheqiya ku di heyamên borî de li ser wan hatibû kirin, rawestîne.
Got jî: qonaxa niha qonaxa tekoşîna perlemanî û pêşkêşkirina xizmetguzarîyan bo hevwelatîyane ji ber ku ew li benda baştirînin ji Yekîtîya Niştimanî.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rêya tekoşîna xwe ji şerê çekdarî bo parlemanî guhertiye û ji bo wê yekê jî bi hemû hêza xwe kar dike û bi siyaseta xwe ya nerm û aqilane karîbû bibe fakterê xêr û xweşiyê di navbera hemû aliyên siyasî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

