Serokkomar Qanûna Budçeya Federal erê dike
Îraq 05:16 PM - 2023-06-21
PUKMEDIA
Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd
Îro çarşem 21.06.2023 cenabê Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd qanûna bûdceya darayî ya giştî ya federal pesend kir.
Serok balkişand li ser wê yekê ku pesendkirina bûdceyê xaleke zivirînê ye ji bo hikûmetê ji bo cîbicîkirina bernameya xwe, ku têde dabînkirina pêdiviyên pêwîst ên welatiyan, dabînkirina xizmetguzariyên serekî yên weke tendirustî û xwendinê, nûavakirina jêrxanê û destpêkirina pirojeyên giring û stratejî ku rastiya pêdiviyê rojane ya welatiyan bi awayekî erênî nîşan bide.
Cenabê wî amaje bi wê yekê kir ku pêwîste kar ji bo mentiqkirina xerciyên hikûmetê, parastina diravê giştî û pêşvebirin û cudakirina jêderên aborî di demekê de ku welat rûbirûyê pirsgirên aborî û jîngehî bûye.
Serokkomar her wiha hewlên ji bo pesendkirina bûdceyê ji hemû aliyan ve, bi berçavgirtina aliyên girîng ên kargêrî û sermayeguzariyê û dadperweriya li hember girûpên kêm dahat, bi awayekî ku dadperweriya civakî pêk bîne, bilind nirxand.
Pejirandina cenabê wî piştî wê yekê hat ku yasaya bûdceyê piştî dengdanê ji Civata Nûneran giheşte Serokatiya Komarê.
Biryar e piştî ku serokomar îmze bike bûdce di Rojnameya Waqeyî Êraqê de bê weşandin.
Êraqê mezintirîn proje yasaya bûdceyê bi 134.5 trilyon dînar pesend kir û pişka Herêma Kurdistanê %12.67 e, ku salane 20 trîlyon dînar û mehane 1.6 trilyon dînar e.
Endama Komîteya Darayî ya Civata Nûneran Dr.Nermin Maruf ji PUKMEDIA re ragihand:’’Ev bûdce bo cara yekê di dîroka Êraqê de ji bo sê salan, li ser bingeha xala 4, xala 2 ya yasaya îdareya darayî ya hejmar 6 a sala 2019ê, herwiha li ser naveroka heman madeyê û xala 7, hatiye pesendkirin. Xala 7 a yasaya budceyê daxwaz ji Encûmena Wezîran dike ku bernameyeke nû ya dahat û lêçûnên her du salên 2024, 2025 berî dawiya sala darayî ya berê amade bike da ku ji bo pejirandinê ji Civata Nûneran re vegere.’’
Yasaya bûdceya Êraqê ji 78 madeyan pêk tê û di 11-6-2023an de ji aliyê Parlamentoya Êaqê ve hat pesendkirin û pêşkêşî serokomar kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

