Talebanî li Helebce kargeheke mezin a şîr vedike
Kurdistan 04:39 PM - 2023-06-18
PUKMEDIA
Fabrîqeya şîrê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 18.06.2023ê, bi mebesta piştgiriya projeyên weberhênanê, Komela Xwarinê ya Resen serdana Helebceyê kir.
Di vê serdana han de Cîgirê Serokwezîr piştgîriya xwe ya tevahî bo sermayedarên Helebce û Komela Xwarinê ya Resenê nîşan da û amadehiya xwe jî bo hêsankirina her cure pirojeyên weberhênanê li bajêr de diyar kir.
1000 karên rasterast û nerasterast ji rûniştvanên Helebce re
Qubad Talebanî bang li sermayedaran kir ku berhemên xwe bi awayekî bi kalîte bikin ku ne tenê di bazara navxwe de, bi berhemên biyanî re hevrikiyê bikin, lê divê planek bihêz jî deynin da ku karibin berhemên xwe li bazarên navend û başûrê Êraqê bifroşin,ji ber ku bazara herî mezin a pîşesaziya xwarinê li Kurdistanê di salên dawî û Pêşeroj de , navend û başûrê Êraqê dibe.
Tê payîn ku Kargeha Şîr a Resenê di nava salekê de biqede û hemû şîrê ajeldarên herêmê bikire, bi vî rengî sektora sewalkariyê li herêmê mezin dibe. Herwiha kargeh dê nêzîkî 1000 karên rasterast û nerasterast ji rûniştvanên Helebce û derdora wê re veke.
Li Helebce di 5 salan de 50 hezar darên zeytûnan hatine çandin
Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Komela Xwarinê ya Resenê, serdana Kargeha Zeytûna Resenê jî kir, ku di sala 2018an de hatiye damezrandin û berhemên xwe dişîne deverên din ên Êraqê û derve. Ji bilî peydakirina hejmareke berçav a kar, vê kargehê bandor li ser keskbûna jîngeha Helebce jî kiriye, ku hejmara darên zeytûnan li Helebce bi awayekî berçav zêde kiriye, tenê di 5 salên borî de 50 hezar darên zeytûnan hatine çandin.
Komela Xwarinê ya Resen projeyek mezin a pîşesaziya xurek li Helebce ye û yek ji projeyên civakê vekirina kargeheke mezin a şîraniyê di heyama salekê de ye, ku mezintirîn kargeh e li welat li ser asta herêmê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

