Serok Bafil: YNK li ser mafên Pêşmerge tawîz nade
Kurdistan 10:07 PM - 2023-06-15
PUKMEDIA
Serokê YNKê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanyayê kir
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya şandekî leşkerî ya Brîtanyayê bi serokatiya Mareşal Samî Sampson Şêwirmendê Berevaniyê yê Birîtanya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.
Di civînekê de ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl kargerê Mekteba Siyasî, Lîwa Bextiyar Mihemed Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û Rosie Cave Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê amade bûn, pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berfirehkirina hevkarî û hemahengiya serbazî di navbera hevpeymanan û hêzên Pêşmerge de ji bo avakirina hêzeke niştimanî ya bihêz a amade bo rûbirûbûna gefan.
Serok Bafil Celal Talebanî destxweşî li hewlên berdewam ên hêzên hevpeyman kir û rêz li qurbanîdana hêzên hevpeymanan da ku aramiyê bidomîne û got :’’ YNK pabende bi hemû lihevkirin û rêkeftinên di dema borî de bo yekxistina hêzên Pêşmerge. Em naxwazin ev têgihiştinên hanê bi şaşî bên arastekirin û ev pirsa netewî bibe qurbana berjewendiyên hizbî.’’
Serok Bafil amaje bi wê yekê jî kir ku, YNK ji mafên Pêşmerge û pêşxistina şiyanên wan tawîz nade û di heman demê de divê Pêşmerge di xizmeta berjewendiyên netewî de û berevaniyê li ax, gel û ala me bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

