Yekîtiya Niştimanî.. Derbarê peydakirina destkeftiyên welatiyan de serkeftineke mezin
Rêportaj 01:52 PM - 2023-06-11
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Piştî
hewladanên zor Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Encumena Nûneran de karî
benda 14 ji pirojeyasaya Budceya Federal tesbît bike, da ku hikûmeta Herêmê
girîngiyê bide mûçeyên fermanbaran û destkeftiyên wan yê darayî xerc bike.
Ew benda ku
YNK têde biserketiye hikûmetê neçar dike ku girîngiyê bide xerckirina
destkeftiyên mûçeyên karmend û xanenîşan digel pabendbûn bi xerckirina
destkeftiyên sermayeguzariyê bo parlzgehan li gorî pîvanên ku di vê qanûnê de
hatine destnîşan kirin.
Dadperwerbûn bo welatiyanSerokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Herîm Kemal Axa ji PUKMEDIA re ragihand: Ew xala ku di projeyasaya bûdceyê de hatiye destnîşankirin, dadperweriya dabeşkirina mûçeyan garantî dike.
Got jî: Me tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê giringî bi mûçeyên karmendan bide û mûçeyên darayî yên ku ji hikûmeta federalî tên di ti beşên din de neyê xerckirin.
Bendeke qanûnî ku piştgirî dide mafên her parêzgehek dijberHerim Kemal Axa dibêje: Ev bend amaje bi wê yekê dike ku her parêzgehek ku li hember mekanîzma dayina pereyên darayî nerazî be yan rastî neheqiyê hatibe, dê ji bo dadweriyê serî li hikûmeta federal bide.
Got jî: Ev tiştekî xwezayî ye û em daxwaz dikin ku hevsengî û dadwerî di navbera parêzgehan de hebe û em tekezî li ser helwesta xwe li ser pêwîstîya vegerandina paşekfta mecbûrî bo mûçeyên karmendan dikin.
Misogerkirina dabeşkirina dadperwerane ji dahatan re
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Ev çend meh in ku Yekîtiya Niştimanî li civata nûneran kar li ser danîna vê xalê dike, ku dibêje her parêzgehek ku rastî neheqiyê tê were dadperwerkirin.
Hevsengiya bo Herêma Kurdistanê bê vegerandin
Nûner Bryar
Reşîd dibêje: Hewldanên me li civata nûneran ji bo dadperwerîya her parêzgeha
ku rastî neheqîyê tê û mafê wê heye ku ji bo dadperwerîya xwe serî li hikûmeta
federal bide.
Got jî: Ev
xal projeyeka Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê bû bo vegerandina hevsengîyê bo
herêma Kurdistanê.
Naverokek
yasayî ku parêzgehan dadperwer dike
Parlamenterê
berê Şêrwan Mîrza di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Ew xala ku
ji aliyê Yekîtî ve hatiye destnîşankirin, garantîkirina mûçe û mafên welatiyan
li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê ye.
Got jî: ev
xal amaje bi dabeşkirina herêma Kurdistanê nake, wek ku tê gotin, lê belê
garantîkirina maf û jîyana hevwelatîyan e û berdewamnekirina wê neheqîyê ye ku
li parêzgehên Silêmanî û Helebçe rêveberiyên Germiyan û Raperîn tê kirin.
Garantîkirina mûçeyên karmendan
Parlamenterê
berê Şêrwan Mîrza dibêje: Ev xala ku ji aliyê fireksiyona Yekîtî ve hatiye îsbatkirin, garantiya mûçeyê
karmendên Herêma Kurdistanê ye.
Me berê paşguhkirineke
mezin dît
Parlamenterê
berê Şêrwan Mîrza dibêje: Di xala navborî de hatiye diyarkirin ku eger her
parêzgehek rastî zulm û bêdadiyê were, nûçeyên wê parêzgehê dê serî li hikûmeta
federalî bide da ku neheqiyê ji ser wê rake.
Ew ne parçekirina herêma Kurdistanê ye
Cîgirê
Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî dibêje:
Ew xala ku di bûdceyê de hatiye destnîşankirin nayê wateya lawazkirina
çarçoveya Herêma Kurdistanê.
Got jî: Di
wê xalê da hatîye, her parêzgehek ku ji alîyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve
rastî neheqîyê bê, dikare rasterast bi hikûmeta federal re danûstandinê bike
daku mûçeyên xwe yên darayî werbigire.
Wî jêderî
eşkere kir: Ev xal ji bo bidestxistina dadweriyê, pêşxistina asta jiyana
welatiyan, serweriya yasa û dabînkirina maf û îmtiyazên welatiyan e.
Luqman Werdî
amaje bi wê yekê jî kir ku bicîkirina vê xalê di bûdceya federalî de gaveke
girîng û baş e ku ji bo bidawîkirina bêedaletiya ku parêzgehên Silêmanî û Helebçe
û rêveberiyên Raperîn û Germiyan di heyama borî de heta niha tûşî wê bûne,
hatiye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

