Talebanî: Divê Herêma Kurdistanê û Bexda hemahengiyê bikin
Kurdistan 05:07 PM - 2023-06-08
Ofîsa Ragihandina Qubad Talebanî
Hevdîtina Qubad Talebanî û Alina Romanowski
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Êraqê Alina Romanowsky kir û di wê hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û çawaniya alîkariya rêxistinên civaka sivîl li Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di yekemîn rûniştina civînê de ku roja pêncşemiyê 08.06.2023ê bi amadebûna Konsulê Giştî yê Amerîkayê Ervîn Hicks hat lidarxistin, Balyozê Amerîkayê behsa serdana xwe ya bo Silêmaniyê û hevdîtinên ligel rêxistinên civaka sivîl kir. Di vê derbarê de cîgirê serokwezîr pîrozbahî li balyozê Amerîkayê kir ji bo hevdîtina li gel rêxistinan û hêvî xwest ku Balyozxaneya Amerîkayê di pêşerojê de zêdetir hevkariya wan rêxistinan bike û zêdetir ji bo pêşxistina civaka medenî li Kurdistanê de bibe alîkar.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî got ku divê welatên dost û rêxistinên navdewletî ne tenê giringiyê bidin rêxistinên bajarên mezin, belku divê bi rêxistinên bajarên din re jî hevkariyê bikin ji bo pêşxistina civaka sivîl bi awayekî hevseng li hemû navçeyên Kurdistanê.
Di beşeke din ya hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku hemû pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Qubad Talebanî dilgiraniya xwe li hember berdewamiya nakokiyên siyasî venaşêre, ji ber ku bandoreke xirab li ser jiyana welatiyan kiriye û pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê lawaz kiriye.
Di derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî cîgirê serokwezîr got, divê hemahengî hebe da ku hilbijartin di demek nêzîk de û bi baştirîn şêwe bên kirin. Wî bang li Amerîka û hevalbendên wê kir ku hevkar bin û rola xwe di nêzîkkirina aliyan de bilîzin.
Di mijareke dinê civînê de behsa proje yasaya bûdceya Êraqê hat kirin, di vê derbarê de, Qubad Talebanî hêvî xwest ku yasa bi awayekî ku di berjewendiya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û tevahiya Êraqê de be were derxistin. Her wiha daxwaz ji parlamenterên Êraqê kir, dema dengdan li ser proje yasayê bidin, berjewendiyên hemû welatiyên Êraqê li ber çavan bigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

