Serok Bafil: Partî destwerdana Dadgehê dike
Kurdistan 08:38 PM - 2023-06-07
Ofîsa Ragihndina Serok Bafil Celal Talabanî
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Balyoza Amerîka li Êraqê Alina Romanowski kir.
Di civînê de ku bi amadebûna Rêfat Ebdulah biryardeyê Mekteba Siyasî tê de beşdar bû, pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û emnî yên li Herêma Kurdistanê û Êraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya gotûbêjên niştimanî û avaker ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiyê li Herêm kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî û pirsa helbijartin û serxwebûna dezgeha dadwerî bi taybetî got:"Siyaset û stratejiya YNKê derbarê hilbijartinan de zelal e û ji destpêkê ve em li gel wê yekê bûn ku hilbijartin bên kirin, lê bi awayekî adil û bê destwerdan, ev yek jî bi yasayeke nû û komîsyoneke bihêz dikare were kirin , ne bi qanûneke ku destûrê bide hilbijartinên rûgeş. "Hîn dem maye û pirsgirêk bi lihevkirinê çareser dibe, ev jî daxwaza piraniya aliyên siyasî yên herêmê ye."
Her wiha got: “Mixabin serweriya dadweriyê di bin pirsiyariyê de ye û hizb destêwerdanê di kar de dike, ku ev pêşkeftineke metirsîdare û divê pêşiya wê bê girtin.
Serok Bafil got: “Xebatkirina li gel dostên me yên li Bexdayê û berfirehkirina hevkarî û hevahengiyê di warên curbicur de, faktoreke bihêzkirin û mayîna weke pêkhateyeke bihêz û xizmetkirina zêdetir ji gelê me re ye”.
Di civînê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) aşkere kir:“Rewşa siyasî ya herêmê îro xizmeta ti aliyekî nake, me ji siyaset û rêveberiyeke saxlem dûr dixe, eger em dev ji zihniyeta ferzkirin û dîktatoriyê bernedin û em nikarin bi hev re ji bo bidestxistina berjewendiyên netewî kar bikin û nikarin dawî li vê rewşê bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

