Serokê Fraksiyona YNKê li Hewlêrê: Kuştina Zirak nezelal e
Kurdistan 06:22 PM - 2023-06-07
PUKMEDIA
Serokê Fraksiyona YNKê li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê
Serokê Fraksiyona YNKê li encûmena parêzgeha Hewlêrê daxwaza lêkolîna bilez derbarê sedema mirina Zirak Şehîd Elî kir û got:“Bûyer nezelale û divê sedem ji raya giştî re were eşkerekirin û wek YNK rê nade ku doz bi şaşî û siyasî bibe.
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Rêbaz Berkotî di merasîma oxirkirina şehîd Zirak Elî Mihemed de got:’“Ji destdana Zîrek Şehîd Elî ziyaneke mezin bû ji bo malbata wî û YNKê, tişta ku me weke YNKê dilgiran dike ew e ku em nizanin çawa û çima hatiye girtin, lêpirsîna wî çawa hat kirin, çawa jiyana xwe ji dest da?
“YNK daxwazê ji komîteya dadwerî û lijneya ku ji Silêmaniyê hatiye Hewlêrê, lêkolîneke berfireh li ser bûyerê bike û encamên wê di zûtirîn dem de ji raya giştî re eşkere bike, ji ber ku bûyer nezelal e û malbatên kuştî nîgeran dike.Ji ber vê yekê em ê rê nedin ku doz bi şaşî û siyasî bibe.’’got.
YNKê hertim tekezî li ser serweriya yasa û mafên takekesan kiriye. Ji ber wê jî em di wê baweriyê de ne ku divê dezgehên ewlehiyê bi taybet karên xwe bikin, ji ber ku Hewlêr cihê konsulxaneyên welatên biyanî ye û divê aramî û ewlehî li wir were parastin.
Duh 6-6-2023, asayîşa Hewlêrê şehîd Zîrek Elî Mihemed girt û piştî çend demjimêran xizmên wî hatin agahdarkirin ku termê wî ji pijîşkiya dadwerî werbigirin û mamê wî xortî dibêje: “Hêzên asayîşê kurê birayê min Elî Şehîd Zîrek girtin û bi laşê wî ve şûnê eşkenceyên diyar bûn. Û tekez dike ku ti pirsgirêk wî li gel kesî tunebûn û nexweş jî nebû lê şopên eşkenceyên bi laşê wî ve hebû.
Di wê derbarê de birayê Zîrek radighîne ku Asayîşa Seydawa birayê min birin û em nizanin li ser çi û ji me re tiştek ne gotin lê tenê piştî 3 demjimêr me termê wî wergirt.
Navenda Rêxistina Hewlêrê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê mirina gumanbar şehîd Zîrek Elî Mihemed de doz li hêzên asayişa Hewlêrê vekir, ku Piştî binçavkirinê cenazeyê wî radestî malbata wî hat kirin.
Biryare îro tîmeke pispor ji pijîşkiya dadwerî ya Silêmaniyê beşdarî tiwêkariya termê Zîrek Elî bibin ji berk u malbata rihmetî dibêjin ku ti pirsgirêk û nexweşiyên kurê wan tune bû, laşê wî şîn bibû û gotin ew hatibû eşkencekirin.
Berpirsê Navenda Rêxistinên YNKê li Hewlêrê Mecîd Mihemed di civîneke rojnamevaniyê de ku PUKMEDIA lê amade bû ragihand: Ciwanê bi navê (Elî Mihemed) yek ji kurên şehîdên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û ji aliyê hêzên Asayîşê bê sedem hatiye girtin,û piştî çend demjimêran termê wî radestî malbata wî kirin û sedema girtina wî jî eşkere nekirin.
Got jî: Em dixwazin sedema girtina wî û sedema mirina wî zelal bikin? çima hêzên Asayîşê ew girtine?.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

