Ragihandina YNK buroya Civata şîrovekaran vedike
Kurdistan 05:52 PM - 2023-06-06
PUKMEDIA
Civata şîrovekaran
Mekteba Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ofîsa Civata şîrovekaran li Silêmaniyê vekir û biryare li Hewlêr, Kerkûk û Badînan jî ofîs bên vekirin.
Bi amadebûna nûnerê Qubad Talebanî û berpirsê Mekteba Ragihandina YNKê , ev ofîsa Civata şîrovekaran hate vekirin ji bo nêrînên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê mijarên aktuel de pêşkêş dike û roleke girîng li Êraq û medyaya erebî bilîze.
Îro Sêşemê 6-6-2023, di çarçoveya çalakiyên 48emîn salvegera damezrandina YNKê de, di merasîmekê de ku bi amadebûna Serokê Ragihandinê Stran Ebdullah, endamê serkirdayetiyê Feryal Ebdullah ofîsa Civata şîrovekaran hate vekirin.
Stran Ebdullah di axaftineke kurt de behsa dîroka medyaya YNKê , qonaxên pêşketin û bandorê kir û spasiya koma alîgirên xwe kir ku rola wefadar di ragihandin , şirovekirina nêrîn û siyasetê de lîstin.“Em ê li Hewlêr, Kerkûk û Duhokê jî ofîsên xwe ji bo pêşxistina hevkaran vekin.
Her wiha tekezî li ser piştgiriya ji endam ,alîgir û hevkaran re, nav wan de jî malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi belgeya rêzgirtinê hat xelatkirin.
Endamê komê Burhan Şêx Reûf jî wiha got: “Grûp li ser pêşniyara Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimaî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah hatiye avakirin, lê îro bi fermî ofîsa xwe vekir. “Ev kom di dema borî de roleke girîng li Êraq û medyaya Erebî lîstiye.
Burhan Şêx Reûf got: "Zêdetirî 110 kenal li Bexdayê hene û pêwîstiya wan bi nêrîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser hemû mijarên li Êraqê heye."
Her wiha got:“Me gelek caran weke kadroyên YNK’ê hevpeyvîn çêkirine û me parastiye siyaset û nêrîna YNK’ê. “Cihê pesindayînê ye ku grûpa Mahawrun{Şêwirmendiyê} niha bi hêzekî nû nêrîna YNKê pêş dixe.”
Koma Civata şîrovekaran ji 23 endaman pêk tê ku di nav wan de nivîskar, psîkologên siyasî û kadro jî hene.Ew endamên pêşkeftî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne û bi zimanê Erebî nirxandinên zanistî li ser pirsan dikin,dê siyaseta YNKê zelaltir ji her kesî re ragihînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

