Talebanî: Siyaseta koledariyê pêşeroja herêmê xistiye metirsiyê
Kurdistan 06:49 PM - 2023-06-05
PUKMEDIA
Qubad Talabanî û Jessica Svardström
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyoza Swêdê li Êraqê Jessica Svardström kir û di wê hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê gotûbêj kirin.
Di civîna roja duşemiyê 05.06.2023ê de, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku aliyên siyasî ders ji nakokiyên berê werbigirin û lezê li çareserkirina pirsgirêkan bikin.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî got ku Herêma Kurdistanê di rewşek siyasî û aborî de ne baş e, lê divê em hemû bi berpirsyarî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nakokiyan ji bo parastina berjewendiyên welatiyan gavên berpirsyar bavêjin.
Cîgirê serokwezîr got ku piraniya pirsgirêkan hizbî û şexsî ne. Wî got ku ev cure nakokî û milbadana hizbî û kesayetî dê kurdan zêdetir parçe bike û pêşeroja Herêma Kurdistanê bixe metirsiyê de.
Derbarê pirsa hilbijartinên bê yên parlamentoyê de jî, Qubad Talebanî got, em hertim li gel wê yekê bûne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin, tenê me tekezî li ser hilbijartineke paqij, azad û adil kir.
Wî bang li aliyên siyasî kir ku ji bo hêsankirina hilbijartinan ku di demek nêzîk de û bi awayekî herî baş bên lidarxistin, gotûbêjan ji nû ve bidin destpêkirin.
Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî Cîgirê Serokwezîr got ku eger pirsgirêkên navxweyî yên Kurdistanê bên çareserkirin dê bandorê li bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

