Mizgîn ev e ku têkoşîna dijî terorê dê berfireh bibe
Kurdistan 04:44 PM - 2023-06-05
PUKMEDIA
Antî-terorîzm
Hêzên dije terorê di salekê de 435 operasyonên cuda li Silêmaniyê encam dane û bandoreke mezin li ser parastina asayîşa Herêma Kurdistanê, Êraq û navçeyê kiriye , ji ber wê jî Serokê YNKê xelat pêşkêşî wan kir û got: “Em dê li gel hevpeymanên xwe berdewam bin ji bo berfirehkirina şerê dijî terorê. "Divê ew hêz bên xurtkirin da ku bibin mertalek bihêztir ji bo parastina Kurdistanê."
Dije-Terorê Kurdistanê hêzeke niştimanî ye û li Herêma Kurdistanê, Êraq û heta li cîhanê jî cihê xwe heye.Ew wek hêzeke ciwan û jêhatî tê dîtin û serdan û piştevaniya wê ya navdewletî berfirehtir dibe.
Serok Bafil ji bo Dijî Terorê: Dîroka we tijî serbilindî yeSerok Bafil Celal Talebanî îro spasî û pêzanînên xwe ji hêzên dije-terorê re ku weke yekem hêza rûbirûbûna terorîstan li Kurdistanê de, û hewlên wan bo rûbirûbûna terorîstan û pûçkirina gelek pîlanên têkşikandina rewşa ewlekariya deverê kir û got: Hûn nimûneya serkirdeyên dilsoz û fedakar ên Kurdistanê ne û we dîrokeke tijî rûmet û serbilindî tomar kiriye û operasyonên we yên ji bo vegerandina aramiyê li navçeyê û parastina hevwelatiyên xwe yên hêja belgeya dilpakiya we û dilsoziya we ye.
Serok Bafil her wiha got "Em ê bi hevalbendên xwe re ji bo pêşxistin û xurtkirina dezgeha têkoşîna li dijî terorê, ji bo parastina Kurdistanê bibin mertaleke xurt."
Di dawiya hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di derbarê hewldan û qurbanîdana wan ji bo xaka Kurdistanê, diyariyek pêşkêşî rêveberiya giştî ya rûbirûbûna terorîstan kir.
Derbarê hewlên bêbingeh ên Hewlêrê li dijî fermandeyên dijî terorê jî,Serokê YNKê got.“Bi Xwedê ez kesî neşînim Hewlêrê û ji wan re DIBêjim bila qet li hêviya vê yekê nebin.
Êraq xwe dispêre têkoşîna dijî terorêHêzên ewlekarî yên Êraqî şerê dijî terorê weke hêzeke bihêz, ciwan û jêhatî dibînin
Bi sedema serkeftina Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê, niha hewl tê dayîn ku çalakiyên xwe berfirehtir bike û hemû parêzgehên Êraqê bigire ser xwe û bi hemahengî li gel hevpeymanan û rûbirûbûna terorê ji bo aramkirina welat bi giştî kar bike.
Di dema borî de, hêzên dije-terorê yên Êraqê û dije-terorên Silêmanî çendîn caran ji bo dabînkirina aştiya zêdetir bo navçeyên nakok li hev civiyan û biryar dan ku hevahengiyê berfireh bikin.
NATO piştgirî dide têkoşîna li dijî terorêRêveberiya Dijî Terorê li Silêmaniyê bi berdewamî ligel hevpeymanî û Dijî Terorê ya Êraqê di peywendiyê de ye, rojane bi hev re operasyonên berfireh pêk tînin, dij-terorîzma Silêmaniyê di asteke bilind de û ji aliyê hêzên dervey herêmê ve di warê parastina ewlehî û aramiyê de pênaseya xwe heye.
Hewldanên dijî terorê li seranserê cîhanê wek hêzeke bibandor di şerê li dijî terorê de tê pesinandin, ji ber wê çendê şandên dîplomasî û leşkerî yên Îtalya û balyozê Danîmarka li Êraqê di dema borî de serdana dijî terorê kiribûn Balyozê Danîmarka li Êraqê Christian Thorning li ser dijberiya xwe got:'' Welatê me wek endamekî NATOyê ji bo aştî û aramiyê dê zêdetir piştevaniya hêzên dijî terorê yên Kurdistanê bike.”'
Antî-teror ciyê baweriya gel eSaziya dijî terorê ne tenê ji bo Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Hêzên Çekdar ên Kurdistanê cihê şanaziyê ye, lê belê ji bo baweriya gelê Kurd jî cihê şanaziyê ye.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA yê, Yekîneyên Antî-Teror di salekê de li bajarê Silêmaniyê ji bilî operasyonên kujer ên li dijî terorîstan, 435 operasyonên cuda pêk anîne û çend terorîst jî girtine û radestî dadgehê kirine. Vê yekê wiha kir ku gelê Kurd weke hêzeke pêbawer bibîne.
Erka wan parastina xaka Kurdistanê yeDijî Terorê _ CTG, Hewlêr û Mexmûr parast, xelkê wê ji ber metirsiya DAIŞê reviyan deverên din û rayedarên wî sînorî rawestiyan û tiştek nekirin.
Pisporekî leşkerî yê Herêma Kurdistana Êraqê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re behsa rola têkoşîna li dijî terorê dike û got:"Hêza dijî terorê hêzeke niştimanî ye ku gelê Êraq û Herêma Kurdistanê pê bawer e, di asta navdewletî de jî baweriya wê tê û roj bi roj peywendiyên wê yên navdewletî berfirehtir dibin."
“Weke ku me li Hewlêr, Mexmûr û heta çend deverên din ên Kurdistanê jî dît, her dema ku metirsî li ser Kurdistanê hebû, hêzên dije-terorê li wir amade bûn û derbên giran li dijmin dan,ew jî ciyê baştirîn xelatên fexrî ne", pisporê leşkerî got.
Dij-terorê lawazî û reva hêzên din veşartiyeVê saziyê di gelek qonaxên girîng de lawazî, ketin û revîna hêzên din veşartiye û ku ewan şûna hêzên bi navê pîroz ên têkoşîna li dijî terorê girtiye.Di pratîkê de tiştek nekirine û ji meydana qurbanîdanê reviyan û di warê destkeftiyan de û xwe li ber kamerayan diyarî kirin, xwe kirin şirîkê qurbanîdana hêzên YNKê yên dijî terorê.
Têkoşîna li dijî terorê bi alîkariya DYA û hevalbendên wê hat avakirin
Rêveberiya Dijî Terorê ya Kurdistanê berî 20 salan bi alîkariya Amerîka û hevpeymanên wê hatiye damezrandin û ji xelkê welatparêzên herêma me pêk tê, yek bi yek amadene canê xwe feda bikin û şehîdên wan di şerê li dijî terorê de şahid in ji vê rastiyê re.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

