Peyama Qubad Talebanî ji bo du endamên damezrênerên YNKê
Kurdistan 10:22 AM - 2023-06-02
PUKMEDIA
Peyama Qubad Talebanî ji bo du endamên damezrênerên YNKê
Bi boneya 48. salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê pîrozbahî li herdu endamên damezrênerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Dr. Fuad Masûm û Dr. Homer Şêxmûs kir û ragihand;"Em gulên spasdarî û pêzanîna xwe pêşkêşî têkoşîna we dikin."
Her weha di dirêjahiya peyama xwe de, berpirsê nivîsgeha sekreteriyeta serok Mam Celal rêzdar Qubad Talebanî di nameya xwe ya pîrozbahiyê de ji Dr. Fuad Masûm re dibêje: "Em bi serbilindî rola we wek kesayetiyekî siyasiyê kurd û Êraqî yê naskirî û hevalên serok Mam Celal dinirxînin."
Di vê navberê de di peyama xwe ya ji bo Dr. Homer Şêxmûs de jî dibêje; "We têkoşîna xwe bi dilsozî, serbilindî û Kurdperwerî we temenê xwe pêşkêşî mirovahiyê bi giştî û Kurdeyetiyê bi taybetî kirî."
Naveroka peyama Qubad Talebanî:
Ji bo Dr. Homer Şêxmûs...
*Heval û birayê me yê hêja canabî kak Dr. Homer Şêxmûs, tekoşerekî dêrîn û endamê desteya damezrêner a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê*
Bi boneya 48 salroja damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, pîrozbahiyên xwe yên gerim pêşkêşî we dikim û baxe gulekî spasî û pêzanîna me ji bo xebat û tekoşîna we pêşkêşî dikim.
Kesayetiya we ya rêzdar, bi rêzdarî û dilsozî û serbilindî, û kurdperwerî tekoşîn kir û temenê xwe pêşkêşî mirovahî bi giştî û kurdeyetî bi taybetî di heman demê de jî, bi dirêjpêderî piştîvanî hevrê û hevsengerê te serok Mam Celal bûyî. Ev wefadariya we, cihê rêzgirtin û bilind nirxandinê ye.
Em dîroka we ya tijî ji serbilind û serweriyê ji bîr nakin û em ê berdewam dibin taku karwana we ber dighêje bi kenara deryayeka hêmin û geşdan. Erkê me ye ku em tekoşerên rêya zehmet a xebatê ji bîr nekin û bibîr bînin û li ser rêbaza wan dirêjpêder bin.
Temendirêjî û tenduristiyeke baştir ji we re dixwazim û her û bextewar bin. Rewanşadî ji bo giyanê şehîdên nemir û tekoşerên me û li we jî pîroz be û li hemû Yektiyan ev yada bilîmeta pîroz be.
Ji bo Dr. Fuad Masûm...
*Heval û birayê me yê hêja canabî Kak Dr. Fuad Masûm, tekoşerê dêrîn û endamê desteya damezrîner a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê*
Bi boneya 48 salroja damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê pîrozbahiyên xwe yên gerim pêşkêşî we dikim û ji bo têkoşîna we bi çepke guleke spasî û pêzanîna xwe pêşkêş we dikim
Em bi serbilindî rola we wek kesayetekî siyasî yê Kurdistanî û Êraqî yê naskirî dinirxînin, dost û hevxebatê serok Mam Celal û ezmûna we ya dewlemend di hukûmetê de herdem ji me re nexşeyeka rê bûye û bi taybetî jî ji bo wergirtina serokatiya kabîneya yekem a hikumeta Herêma Kurdistanê û piştre jî wek serokkomarê Êraqê.
Em dîroka we ya tijî ji serbilind û serweriyê ji bîr nakin û em ê berdewam dibin taku karwana we ber dighêje bi kenara deryayeka hêmin û geşdan. Erkê me ye ku em tekoşerên rêya zehmet a xebatê ji bîr nekin û bibîr bînin û li ser rêbaza wan dirêjpêder bin.
Temendirêjî û tenduristiyeke baştir ji we re dixwazim û her û bextewar bin. Rewanşadî ji bo giyanê şehîdên nemir û tekoşerên me û li we jî pîroz be û li hemû Yektiyan ev yada bilîmeta pîroz be.
Qubad Talebanî
Berpirsê Mekteba Sekreteriyeta serok Mam Celal
1/6/2023
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

