Bi serokatiya Bafil Celal Talebanî emê hêviyê vegerînin bo gelê xwe
Kurdistan 11:00 PM - 2023-06-01
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Li bajarê Hewlêrê bi amadebûna balyoz, konsolos, nûnerên dewletan, jimarek ji serokên partiyên Kurdistanê, cejina pêxistina mûma 48emîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê,di merasîmekî bi heybet de hat lidarxistin ku Partiyên Êraqî û hejmarek berpirsên hikûmetê jî amede bûn.
Qubad Talebanî, serpereştyarê sekreteriya serok Mam Celal di gotarekê de ku di merasimê de pêşkeş kir, got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di demekê de hat damezrandin ku Kurd rûbirûyê qeyranên siyasî yên mezin bibûn û bi damezrandina xwe ve hêvî ji bo welatiyan vegerand û bi damezrandina xwe ve armancên xwe li gorî bingehên demokratîk danî û li ser rêbaza xwe ya ku tê de (demokrasî, aştî, mafên mirovan û mafê çarenûsê) berdewam kir.
Got jî: Di sala 2003an de bi rûxandina rejîma Baas a hilweşiyayî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê qonaxeke nû dest pê kir û piştî 10 salan ji ber pirsgirêkên navxweyî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û piştî nexweşiya Serok Mam Celal û piştre nexoşiya qehremanên gelê me kak Kosret Resûl Elî û xanima polayî Hêro Îbrahîm Ehmed ji nexweş ket û neçar ma xwe ji siyasetê dûr bikeve, lê bi hêzeke nû ya bi serokatiya Bafil Celal Talabanî YNKê vegeriya qadan.
Qubad Talebanî daxwaza başkirina rewşa giştî ya Kurdistanê û yekxistina helwêst ji bo çareser kirina pirsgirêkên li deverê de kir, ji ber ku aboriya herêmê hêza xwe ji aboriya Êraqê werdigire û bê guman herêm di wan waran de bihêztir dibe di Êraqeke federal de .
Talebanî got:“Îro jî weke sala 1975’an Kurdistan tijî bêhêvîtî ye û peyamên ku ji xelktên daxwaza xizmetguzariyê û Kurdistaneke baştir dikin, eşkere ye, di vê çarçoveyê de YNK ne tenê prensîbên xwe nû dike, dê piştgiriya jinan jî bike, gendeliyê ji holê rake û şefafiyê bîne.YNK di wê baweriyê de ye ku em dikarin bi yekrêziya Bexdayê re aboriyeke bihêz bidest bixin, divê em li Kurdistanê jî yekrêz bin da ku li Bexdayê bihêz bin.”
“YNK’ê hertim diyalogê weke çareseriya pirsgirêkan dîtiye, lewma em tekez dikin, bila niha dest bi diyaloga niştimanî ji bo gel bikin, ji ber ku bûyerên vê dawiyê nîşan didin ku siyaseta koletiyê û ferzkirina îradeya li ser hev, tenê dê bibe sedema têkçûna kolektîf. Ji ber vê yekê bi amadekariyên birêveçuna hilbijartinan û erê hilbijartin dikin û em radigihînin ku YNK dê ji bo aştî, demokrasî, mafên mirovan û azadiya derbirînê, ji bo civakek bi hêz berdewam be û emê li ser parastina mafê jinan berdewam bin. ‘’Qûbad Talebanî got.
Her wiha tekez kir: Eger em bikarin mafên xwe yên destûrî li navendê dabîn bikin, em dikarin pêşerojê garantî bikin û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste hêzên Kurdistanê li hev bikin, daku em li Bexdayê xweşhal bin.
Qubad Talebanî hişyarî da ku siyaseta taybetmendî û serdestiyê ji bilî têkçûn û têkçûnê komel ti encamek dernakeve û tekez kir ku Yekîtiya Niştimanî hewl dide bi diyalog û jihevtêgihiştinê nakokiyên heyî çareser bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

