Serokkomar salvegera damezrandina YNKê pîroz kir
Kurdistan 03:49 PM - 2023-06-01
PUKMEDIA
Dr.Letîf Reşîd Serokkomarê Êraqê
Serokomarê Êraqê Dr.Letîf Reşîd bi boneya 48 saliya YNKê pîrozbahî li YNKê kir û got, ev yek hevdem e ligel serdemeke nû ku Êraq û navçe rastî gelek guhertinan tên û got û ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêziya rêzan heye û di navbera hemû hêz û aliyên siyasî yên Êraq û Herêma Kurdistanê de kar bikin.
"Hemû hêz û aliyên siyasî yên Êraq û Herêma Kurdistanê."
Teksta peyamê:
Birêz Bafil Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Xwişk û bira di serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de
Bi helkefta 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahiyê li kesûkarên serbilindên şehîdan, Pêşmerge, têkoşer û girseyên dilsoz ên YNKê dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Hêvîdar im ev helkeft bibe derfetek ji bo partiya nemir Mam Celal ku xwe ji nû ve birêxistin bikin û xwe ji bo qonaxeke nû ya tekoşîna siyasî amade bikin da ku bigihin daxwaz û armancên xwe.
Ev salroj hevdem e li gel qonaxeke nû ku Êraq û navçe ber bi gelek guhertinan ve diçe, ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û xebata hevbeş di navbera hemû hêz û aliyên siyasî yên Êraq û Herêma Kurdistanê heye, daku her kes bi îradeyek bihêz û bi jîr û hikmeteke bihêz bo parastin û pêşxistina proseya siyasî, proseya demokratîk û destkeftên Êraqê.
Hêvîdarim pêşkeftin û geşepêdana berdewam ji we re ku hevwateya tekoşîna salên dirêj ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye.
Dr.Letîf Cemal Reşîd Serokkomarê Êraqê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

