Part û aliyên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî li YNKê kirin
Kurdistan 10:24 AM - 2023-05-31
PUKMEDIA
Part û aliyên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî li YNKê kirin
Birûskeyên pîrozbahiyê yên part û aliyên Rojavayê Kurdistanê ji bo salvegera 48`mîn a damezrandina YNKê li jê re bişopînin.
Birûskeya pîrozbayiyê ya PYDê
Encumena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 48'emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê germtirîn pîrozbayî û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî dost û birayan, malbatên şehîdan ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê , rêveberî û baregehan dike. di van demên hesas ên ku herêm û cîhan tê re derbas dibin de divê nirxên mirovî û Kurdî bibin yek û em ber bi xurtkirina peywendiyan ve herin da ku xizmeta parastina destkeftiyên Kurdistanê bikin da ku di rêya çareseriya domdar a pirsgirêka Kurd de ku ev yek ji bo hemû herêmê weke teltîka ewlehî û aramiyê ye
Em careke din salvegera damezirandinê li we pîroz dikin, hêvî dikin ku riyên têkoşîna we bi serkeftin û serkeftinê bê xemlandin bibin.
31 Gulan 2023
Encumena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk
Birûskeya Partiya Çep a Kurd
Birayên hevbend ên polîtburoya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK)
Silaveke hevaltiyê û pişt re:
Bi boneya salvegera damezrandina partiya we ya milîtan YNK ez bi navê nûneretiya Partiya Çepa Kurdî li Herêma Kurdistanê pîrozbayIyên xwe yên germ pêşkêşî we dikim û bi rêya we jî pêşkêşî serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û hemû endamên polîtburoya YNKê û serkirdayetî û dost û kadro û alîgirên partîya xwe ya milîtan û hevpeyman hêvî xweztin ku hûn pêşkevtin û pêşkevtina berdewam bikin da ku xizmeta berjewendî û destkevtên gelê me yê Kurd li parçeyên Kurdistanê bikin ku YNK tê de nîjad bû û hêşta jî li ser evê rêya neteweyî û niştîmanî bi hev re berdewam e
Li vir bi vê helkefta dilşadî bo dilê gelê me yê Kurd ez dubare pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim jiber ku hun bi biryartirîn û bi vîneke bihêzin bo parastina destkeftên gelê me yên Kurd li seranserê Kurdistanê
Fethulla Huseynî
Nûnerê Partiya Çep a Kurd li Herêma Kurdistanê
Silêmanî
30-5-2023
Birûskeya pîrozbahiya PDKS
Biraderên politburoya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) hevalbendê
Silavên hevaltiyê....
Bi boneya 48 saliya damezrandina partiya we ya tekoşer Yekîtiya
Nîştimanî Kurdistan (YNK)ê yê hevalbendê me, Partiya Şehîdan û hilgirê
alaya têkoşînê li dijî rejîmên dîktator û zordar. Ez bi navê nûneratiya
Partîya Demokrata Kurd a Sûriya li herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbayî
û xweşbîniyan li we dikim û bi rêya we pêşkêşî serokê YNKê Bafil Celal
Talebanî politburoya YNKê û serkirdayetî û rêzên partiya xwe ya tekoşer
dikim
Em careke din damezirandina partiya we ya hevbend bi boneya vê salvegerê
ji dilê gelê me yê Kurd li parçeyên Kurdistanê û dilê hemû kesên ku li
ser rêya demokrasî û azadiyê têdikoşin û dimeşin pîroz dikin
Hoşang Derwêş
Endamê Buroya Siyasî
û nûnerê Partiya Demokrata Kurd a Sûriyê li Herêma Kurdistanê
Silêmanî
30-5-2023
Peyama pîrozbahiya Îbrahîm ŞitloJi bo Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan
Silêmanî – Kurdistan
Birêzan
Bi bîranîna salvegera 48`an ji damezrandina Partiya Yekîtiya Kurdistan, ez ji we û miletê kurd re pîroz dikim, hêvîdarim nifşa nû li ser ramana qehremanên yekîtî damezrandine berdewamkin û bi vîn û bawerî Armanca serokê nemir Mam Celal bi rizgarkirina kurdistanê cih bi cihbînin .
Dr.Ibrahîm Şitlo
Kurdistan û Islamic Studies Association
31. Mai 2023- Bonn – Germany
Peyama pîrozbayî ya Encûmena Penaberan a Rojavayê Kurd-Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina YNKê
Yekîtî xwediya rêbaza zîndo, bi bandor û çareseriyê ye
hevalên hêja…
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
Endamên Mekteba Siyasî û Encûmena Serkirdayetî
Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû kadro, endam û alîgirên we dikin. Silav li rihê şehîdên kurd û Kurdistanê û rihê Mam Celal
Yekîtî partiyeke xwedî rêbazeke netewî ya pak û zîndo ye, ji destpêka damezrandina YNKê heta niha hertim di nava partiyê de cudahiya bîr û baweriyên cuda hene û bûye sîwana rexneyan.
YNK çemê xwînê û bi hezaran şehîdên xwe hene ku zêdetirî 26 hezar ji wan fermandar û serkirde ne ji ber wê bi hizba şehîdan hatiye nas kirin.
YNK destpêkerê serhildana gelê Kurd ji bo azadiya Kurdistanê ye û niha jî hêzeke bi bandor, bihêz û xwedî vîn li Kurdistanê ye.
Em di wê baweriyê de ne ku YNKê xwediyê wê hêzê ye ku rewşa niha ya Kurdistanê çareser bike û dikare pirsgirêkên dijwar bi taybetî li gor rêya Serok Mam Celal çareser bike.
Em di wê baweriyê de ne ku YNK dikare bê cudahî xizmeta hemû beşên civakê bike.
48 saliya damezrandina YNKê pîroz be
Encûmena Penaberan a Rojavayê Kurd-Sûriyê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

