Ziyad Cebar: YNK aktîvkirina komîsyonê nas nake
Kurdistan 02:53 PM - 2023-05-25
PUKMEDIA
Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar
Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar wiha got: ‘’Herêmên qut kirî ji bo YNKê giring in û em erkê xwe dibînin ku em xizmeta wan deveran bikin.’’
Komîsyon dîsa nehatiye aktîvkirin û tişta ku PDK dibêje karê hizbî ye û ti bingehek nîn e,hilbijartin nahê kirin ji ber ku aliya lihev nekirine , PDK bi xwe înîsiyatîfa Mesûd Barzanî ya ji bo yekrêziya navxweyî ya Kurdistanê şikand.
YNK erkê xwe dibîne ku xizmeta navçeyên qut kirî bikeSerokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Ziad Cebar di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ku Fraksiyona YNKê serdana Xaneqînê kiriye,balkêşkirina li ser deverên qut kirî karekî sereke yê YNKê ye û ji serdema Serok Mam Celal heta niha siyaset û hewlên YNKê li Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo îsbatkirina wê yekê ye.
Ji bo YNK hebûna aramiyê li navçeyên qut kirî û jiyaneke minasib bo hemwelatiyên herêmê bûye.
Her wiha got: “Erkê me ye ku em bi dabînkirina pêwîstiyan û xizmetkirina xelkê, xizmeta Xaneqîn û navçeyên qut kirî bikin, lewra armanca me di vê serdana xwe ya bo Xaneqînê de ew e ku em navçeyên qut kirî di rewşa navbera hêzên siyasî û hikûmet û saziyan de bibînin.
"Em ê destûr û rewatiya Kurdistanê û têkiliyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî agahdar bikin."Serokê Fraksiyona YNKê di bersiva pirsên rojnamevanan de derbarê aktîvkirina komîsyonê de jî got;“Armanca YNK’ê ew e ku li herêmê helbijartinên paqij bên kirin, lê tişta ku li parlamentoyê qewimî ne aktîvkirina komîsyonê bû, tenê şer bû, ji ber ku PDK’ê roja borî biryara aktîvkirina komîsyonê dabû.
Ew dibêje, tenê karê hizbî ye û nayê cîbicîkirin û ti bingeh û rewatiya xwe li gek YNKê nîne.”
PDK bi xwe însiyatîfa serokê xwe şikandHer wiha got: “Gelê Kurd ji destpêşxeriya Mesûd Barzanî ya ji bo yekrêziya navxwe ya Kurdistanê kêfxweş bû û YNK yekem partî bû ku destpêşxeriya wî qebûl kir û di civîna parlamentoyê de amade bû da ku em hilbijartinên dadperwerane pêk bînin.Lê belê di rûniştina Parlamentoya Kurdistanê de PDK bi xwe înîsiyatîfa serokê partiyê şikand û ya ku kir jî ew bû ku rê nede hilbijartin û rêkevftina partiyan were kirin.”
Wî got: “YNK û PDK her dema ku ji bo nêzîkbûna hev gavan bavêjin, bi daxuyaniyek an jî helwesta PDK’ê du gavan şûnda dihavêjin.
Roja 22-5-2023, bi sedema zêdekirina xalekê di rojeva civîna çarem a parlamentoya Kurdistanê de, Dr. Rewaz Fayeq, serokê parlamentoyê, desthilata xwe ya teqez bikar anî û got berdewamiya civîna parlementoyê li dijî rêziknameyan be nayê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

