Talebanî ji Kurdê wêrek yê Brîtanyayê re: Em bi we serbilind in
Kurdistan 09:50 PM - 2023-05-24
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Serwar Mehmûd
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Gubad Talebanî pesna helwesta wêrek ya Serwer Mehmûdî da,ku hefteya borî di şewatekê de jiyana 30 kesan xilas kiribû.
Mehmûd got: “Roja Çarşemî 24ê Gulanê, Qubad Talebanî telefonî wî kir û pîrozbahî li wî kir ji ber wê helwêsta wî ya wêrek ya ji bo rizgarkirina canê 30 kesan û jê re got ku em weke Kurdekî bi wî serbilind in.
Mehmûd herwiha got: "Ew gelekî kêfxweş bû ku Cîgirê Serokwezîr telefonî wî kir û pîrozbahî lê kir. Helwestên bi vî rengî ji bo hemû Kurdên li derveyî welat bi awayên curbicur handanek e ku nav û dengê Kurdan bi awayekî xweş nîşanî welatên din bide."
Xortekî Kurd ê ku li Brîtanyayê dijî, hefteya borî li Wrexham a Walesê jiyana 30 kesan di nav wan de zarok, jin û pîr hebûn, ji agir rizgar kirin.
Serwar Mehmûd ê 39 salî, penaberekî Kurd e û ev şeş sal in li Wrexham dijî û xwediyê mini marketekê ye, êvara Sêşema borî, dema di dikana xwe de bihna şewatê dike û dengê zarok û jinan li beşa jorîn a avahiyê dibihîse, ew bi lez diçe qata jorîn, alîkariya niştecihên avahiyê dike, ta ku ji malên xwe derkevin.
Li gorî pêgeha nûçeyan “The Leader”, wî penaberî ewlehiya xwe xistiye metirsiyê, da ku xelkê herêmê ji şewatê rizgar bike.
Serwar ji ajansa nûçeyan re behsa kêliya şewatê kir û got: “Rewş pir metirsîdar bû, bi taybetî ji bo yên li qata jorîn, lê ez bi lez derketim qatê jor, ji ber ku min dizanibû ku li qata jor kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, hene.”
Şewat ji ber şorteke elektirîkê derketibû û ziyan gihîşt komgehekê û ji sedî 80 ê avahiyê.
Ciwanê Kurd kêfxweşiya xwe anî ziman ku di wê bûyerê de qurbanî û birîndar çênebûne.
Bi dehhezaran Kurd li Brîtanyayê dijîn û di war û sektorên cuda de de kar dikin. Hejmarek mezin ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ji sedsala borî ve ji ber sedemên cuda koçî derveyî welêt kirin.
Di dema borî de, hejmareke berçav ji Kurdên Brîtanyayê bi awayên cuda beşdarî xizmet û alîkariya rûniştvanên civakên xwe bûne û bala medyaya wî welatî kişandine ser xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

