Komîsyona derqanûnî bê encam dibe
Kurdistan 07:57 PM - 2023-05-24
PUKMEDIA
Rastî vedigerin komîsyona derqanûnî
Bi weşandina dubare aktîvkirina komîsyonê di rojnameya Weqîî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, PDKê ew binpêker ji parlamentoyê derbasî Wezareta Dadê kir.Serokê Fraksiyona YNKê got:’’ YNK bi biryara neyasayî ya aktîvkirina komîsyonê re tevnagere.’’
Wezareta Dadê qanûn binpê kirSerokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand:“Ti biryareke yasayî bi navê jinûve aktîvkirina komîsyona hilbijartinan nîne û weşandin tiştekî derbarê wê yekê di rojnameya Waqî de careke din li dijî yasayê ye.’’
Cebar got: YNK pabendî aktîvkirina komîsyonê nabe, ji ber ku tevahiya proseyê neyasayî bû, ji ber wê jî em tiştekî li dijî yasayê nakin.
Wezareta Dad tevî şikandina yasa bûÇend qanûn hene ku ji aliyê parlamentoyê ve hatine derxistin û li bendê ne ku di rojnameya Waqi' de bên belavkirin, lê PDKê bi rêya Wezareta Dadê dor birî û yasa ji bo pirsa aktîvkirina komîsyonê şikand.
Cîgirê Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand;“Bilavkirina neqanûnî ya aktîvkirina komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan di rojnameya Waqî de karekî din ê neqanûnî ye ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi rêya Wezîrê Dadê serî li wê yekê daye, di heman demê de çend yasa ji aliyê parlamentoyê ve hatine derxistin lê nehatine weşandin.
Werdî got: Yasaya kar û yasayên perwerdeyê ji giringtirîn yasayên Herêma Kurdistanê ne, her çend zêdetirî 2 mehan e li Parlamentoya Kurdistanê hatiye derxistin, lê rojname nexwestiye wan yasayan biweşîne.
Waqî' biryareke neqanûnî diweşîneMijara aktîvkirina komîsyonê ji destpêkê ve bi awayekî neyasayî dest pê kir û bi awayekî neyasayî bi dawî hat, lewma weşana vê rojnameya neqanûnî dîsa neqanûnî ye.
Cîgirê Serokê Lijneya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê Ebas Fetah ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;“Mijara jinûve aktîvkirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ket rojeva civîna parlamentoyê û li ser wê rûniştina parlamentoyê û neqanûnîkirina wê û piştre weşandina wê,hemû neqanûnî bûn û tiştek bi navê jinûve aktîvkirina komîsyonê tune ye.
“PDK ne tenê frakisyona xwe û bi navê nûnerên civakên xwe tevlî binpêkirina yasayan kiriye, her wiha Wezîrê Dadê û wezareta wî jî di binpêkirina yasa û fermanên partiyan de ne. Ebas Fetah got:’’Wezîrê dadê Ferset Ehmed 3 dewran sekreterê parlamentoyê kiriye û zanyariyên baş bi rêziknameya û yasaya parlamentoyê heye, lê nayê zanîn çima wî ev xeletiya qanûnî ya mezin kiriye.Her wiha got
"PDK ne xema aktîvkirina komîsyonê ye ji bo hilbijartinên di dema xwe de, lê ji bo ku partiyan ji hev dûr bixin, ji ber ku dizane ku her çend partî ji hev dûr bin, îhtimala lidarxistina hilbijartinan kêm dibe."
Rojnameya WaqîRojnameya Waqî' rojnameya Wezareta Dadê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û divê hemû biryar û yasayên Parlamentoya Kurdistanê û biryar û rênimayiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê rojnameyê de bên belavkirin, lê niha rojname bi tevahî ketiye bin bandora partiyê û partî ferman dide ku dor bê qanûnî be.
YNKê hertim qanûnên Herêma Kurdistanê û Êraqê parastiye û ji bo wê jî qurbanî daye, dixwaze bi rêya hilbijartinan rûyekî yasayî ya nû li ser Herêma Kurdistanê deyne û rûyê qanûnî û demokratîk yê Herêma Kurdistanê nîşanî cîhanê bide, li ser rêya serokê nemir Mam Celal ku hertim xema cîbicîkirina yasayê bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

