Kursiyên pêkhateyên Parlamentoya Kurdistanê di bin serweriya hizbî de ne
Kurdistan 11:54 AM - 2023-05-24
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Pêkhateyên Herêma Kurdistanê xwediyê 11 kursiyên parlemanê
ne, ev kursî li gorî projeya yekgirtî ya ku ji aliyê serokê rihmetî Mam Celal
ve hatiye nîşandan, ji bo ku pêkhateyên Herêmê nûneratiya rasteqîne li
parlemanê de hebe, mixabin niha tiştê ku em dibînin ev kursî ji aliyê Partiya
Demokrat ji bo çareserkirina dosyayên ku xizmeta berjewendiyên hizbî dikin tên
bikaranîn, li şûna lihevkirin û têgihiştin û diyalogê li ser yasaya
hilbijartinan û aktîvkirina komîsyonê bikar tîne.
Serok Mam Celal ji bo pêkhateyan kursî diyar kirEndama Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Hesîbe Ebdullah ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Projeya beşdarbûna pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de, projeya Serok Mam Celale ku bi awayekî mezin mafên wan parast.Û wê got jî: Serok Mam Celal tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste kursî ji bo pêkhateyan di parlementoya Kurdistanê de hebe û ew nûneratiya rasteqîne li parlemento û hemû saziyên din ên hikûmetê de hebin.
Kursiyên pêkhateyan bikar tînin
Hesîbe Ebdullah dibêje: Beşdariya pêkhateyan gaveke baş e,
lê mixabin tişta ku niha li Parlamentoya Kurdistanê dibînin, sînordarkirina
mafên pêkhateyan û bikaranîna kursiyên wan ji aliyê Partiya Demokrata
Kurdistanê ve ye.
Û wê got jî: Ev partî bi temamî kursiyên pêkhateyan kontrol
dike, ku hejmara wan 11 kursî ne, û ew nûnertiya pêkhateyên wan nakin, belku
nûneratiya vê partiyê dikin, ji ber ku ji bo çareserkirina hin dosyayan di nava
parlamentoyê de tên bikaranîn.
Divê pêkhate rola xwe ya rastîn bilîzin
Hasîbe
Ebdullah dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze pêkhate li gor
projeya Serok Mam Celal rola xwe ya rast bilîzin û nekeve bin ti fişareke
siyasî. Mixabin nûnerên pêkhateyan di parlementoya Kurdistanê de endamên
Partiya Demokrat a Kurdistanê ne û fermanên xwe jê werdigirin.
Wê diyar
kir: Yekîtî dixwaze kursiyên pêkhateyan bi awayekî dadperwerane li ser hemû
deveran dabeş bike, ji ber ku li devera Germiyanê gelek xelkên Tirkmen hene û
li parêzgeha Helebçe jî rêjeyeke mezin ji Kakaiyan hene û wiha got: Li
Silêmaniyê mesîhî hene, çima kursiyên pêkhateyan tenê bi Hewlêr û Duhokê re
sînorkirî ne?, Divê kursiyên Pêkhateyê li ser hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê
bên dabeşkirin da ku nebin amûrek di destê ti aliyekî siyasî de.
Nûnerên pêkhateyan bi dengên Partiya Demokrat gihiştin parlamentoyê
Endama Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya
Kurdistanê Rozan Heme Kerîm ji PUKMEDIA re ragihand: Nûnerên pêkhateyan di
Parlamentoya Kurdistanê de ne nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên xwe ne, belku bi
dengên asayişên partiya democrat hatine parlamentoyê ku piraniya wan ji
kadroyên wê partiyê ne.
Herwaha got: Yekîtiya Niştimanî piştevanê rasteqîne yê mafê
pêkhateyan e û daxwaz ji pêkhateyan dike ku nûneratiya rasteqîne li
parlamentoya Kurdistanê de hebe.
YNK bi mafên pêkhateyan bawer e
Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê KErwan Gezneyî ji PUKMEDIA re ragihand: Nûnerên pêkhateyan li parlamentoya Kurdistanê nûneratiya pêkhateyên xwe nakin, lê bûne sedemek bo têkbirina lihevkirina niştimanî. Yekîtî li gor nêzîkatiya serok Mam Celal di warê parastina mafên pêkhateyan de kar dike, lê mixabin niha kursiyên pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de bûye sedemek ji bo têkbirina lihevkirina niştimanî li Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

