Nerînên cuda: Tiştên ku di parlemanê de bûn ne yasayî ne
Kurdistan 12:55 PM - 2023-05-23
PUKMEDIA
Nerînên cuda: Tiştên ku di parlemanê de bûn ne yasayî ne
Çendîn aliyên siyasî piştrast kirin ku rûniştina parlemana Kurdistanê ya ku duhî roja duşemê 22-5-2023`an ji aliyê koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ve dirêjahî pêhatiye kirin, ne yasayî ye û hemû yasaya û rûmetên parlemana Kurdistanê binpê dike û her encamek ji wê rûniştinê bê kirin pûçkirî ye û vala ye û ti nirxê wê yê yasayî nîne.
Duhê koma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê daxwaz kir ku yekrêziya aliyên siyasî biparêze û lihevkirineke netewî li ser lidar xistina proseya hilbijartinan bo parlemana Kurdistanê û çalakkirina komîsyona hilbijartinan bi rêkeftina navbera tevahiya aliyên siyasîbête kirin.
Bi aşkereyî binpêkirina peyrewa navxweyî ye
Parliyamenterê destjikarberdayî Ebûbekir Hildanî didaxuyaniya xwe ya taybet ji PUKMEDIA re gragiahnd: Rûniştina ku parlemana Kurdistanê bi beşdariya koma Partîya Demokrata Kurdistanê birêveçûye, ne tenê ne yasayî ye û ew yasaya proseya parliyemana Kurdistanê jî binpê dike.
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha jî got: Serokê perlemana Kurdistanê rûniştina xwe li gor birgeha 3 ya madeya 18 a peyrewa navxwe ya perlemana Kurdistanê paşxist û mafê xwe yê xwezayî û yasayaî bi kar anî û têde diyar kir ku mafê çavdêrî kirin û paşvexistin yan paşxistina rûniştinê tenê berpisyartiya serokê parlemana Kurdistanê ye.
Binpêkirina normên parlementoyê
Ebûbekir Heldanî dibêje: Di heyama salên borî di jiyana parlamentoya Kurdistanê de, weke duhî nebû ku serokê parlamentoyê amade be, hema Cîgirê Serokê Parlamentoyê dê xalekê têxe rojevê û deng li ser wê bide û bêyî erêkirina Serok Parlemen
Got: Civîna parlamentoya Kurdistanê hat paşxistin û vekirî namîne ku cîgirê serokê parlamentoyê serperiştiya wê bike, û civîn bi dawî hat û alozî derket û hêzên ewlehiyê derbasî parlamentoyê bûn û ev yek di dîroka parlamentoyê de heta niha nebûye.
Got jî: Komisyonê heta niha ev yek nekiriye, ji ber ku divê berî wê jî CVyên namzedan bên radestkirin û heta wê komîteya ku ji baskên parlemanî ji bo aktîvkirina komîsyonê hatiye avakirin, raporta xwe pêşkêş nekiriye û mekanîzmayên pêwîst bo aktîvkirina komîsyonê pêşkêş nekirine. Heta niha nehatine diyarkirin û nabe aliyên siyasî encamên rûniştina parlamentoya Kurdistanê qebûl bikin ji ber ku ev mijar girêdayî ezmûna demokrasiyê ya Herêma Kurdistanê ye û ev ne parastina ti aliyekî siyasî ye, belku rêzgirtin e ji bo rola parlamento, yasa û pêşeroja demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.
Ji bo parastina yekitiyê rûniştin taloq kirin
Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq li gor madeya 18 a rêziknameya parlamentoya Kurdistanê, ku desthilata taybet û mutleq dide serokê parlamentoyê ji bo serokatiya civînê." Cîvîn paşxist bo demeke din û bernameyeke din a xebatê.
Desthilatdariya Serokê Parlamentoyê
Pisporê yasayî Elî Temîmî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDÎA re ragihand : Desthilatdariya taloqkirin an paşxistina civîna Parlamentoya Kurdistanê di nav desthilatên taybet ên Serokê Parlamentoya Kurdistanê de ye û çavdêriya civînê jî ew e.
Got jî: Tiştên ku piştî paşxistina rûniştina parlamentoyê ji aliyê serokê parlamentoya Kurdistanê ve tên, biryarên neqanûnî ne ku berçav nagirin.
Got jî: Parlamenterê mafê berdewam kirina rûniştina parlamentoyê nîne piştî ku ji alîyê serok ve hat bilind kirin, serok di rûniştina doh da amade bû û biryara paşdaxistina wê da, lewra ew biryarên ku doh hatîne dan, ne rast in û binpêkirina yasayên cîbecîkar in.
Komîsyona Hilbijartinan li Êraqê
Pisporê yasayî Elî Temîmî dibêje: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê dikare hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêk bîne û ev mijar qanûnî ye.
Got jî: Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ofîsên xwe li parêzgehên Herêma Kurdistanê hene û dikare li gor yasaya cîbicîkar ya jimare 31 ya sala 2019ê ku hemû navçeyên Êraqê dihewîne û Herêma Kurdistanê jî beşek ji Êraqê ye, hilbijartinan pêk bîne bi qanûnî mafê hilbijartinan dide wê û ti metneke yasayî ku rê li ber vê yekê bigire nîne.
Biryara rast
Ziyad Cebar, serokê bloka Yekîtiya Nîştimanî li Parlamentoya Kurdistanê, dibêje: Serokê Parlamentoyê li gorî xala 3 ya madeya 18 a yasaya parlamentoyê, biryareke yasayî ya rast ji bo paşxistina civîna parlamentoyê derxist, ji ber bernameya kar, xaleke ne asayî heye ku bi rêya cîgirê serokê parlamentoyê û sekreterê parlamentoyê bêyî ku baskên wê yên parlamentoyê û aliyên siyasî li hev bikin, hatiye nivîsandin.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi rêkeftin û têgihiştinên ku di navbera hêz û aliyên siyasî yên ku nûneratiya wan di guhertina yasaya hilbijartinan de pêk anîne û lihevkirina li ser hemû mijarên girêdayî proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê heye, kir.
Tişta ku li ser derewê hatiye avakirin derew e
Di vê derbarê de pisporê qanûna destûrî Dr.Yûsif Goran di twîtekê de ji bo aktîvkirina komîsyona helbijartinan li Kurdistanê bi rêyên neyasayî û binpêkirina rewatiya parlementoyê bêhurmetiyeke mezine bo yasayî û destûrî. Saziyên herêmê bi manîpulasyoneke metirsîdar a pêşeroja pêvajoyê û sîstema siyasî ya Kurdistanê ve tê kirin. Tişta ku li ser derewan hatiye avakirin, derew e."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

